Qersî: Ji feraseta Hîtler re 'Na'

QERS - Qersiyan diyar kir ku ew ê ji bo jiyaneke wek xwişk û bira bibêjin "Na" û wiha gotin: "Em ji feraseta Adolf Hîtler re dibêjin 'Na'."

Qersiyan got, ew ê ji bo jiyaneke wekhev û bihevdure di 16'ê Nîsanê de dengê "Na"yê bi kar bînin.

Yusuf Sofi (63), got bi salan e gelê kurd tê înkarkirin û wiha axivî: "Em di nav zilmê de ne, ji ber vê dibêjim 'Na'. Îxanetê li me dikin. Li gel evqas zilmê jî radibin û ji me re dibêjin 'terorîst'. Me, gelê kurd resş dikin. Em nikarin bi zimanê xwe jî biaxivin. Wek gelê kurd bi salan me rastî vegotin û parastin. Bila êdî bêwijdaniyê nekin, bila diziyê nekin. Ji ber van sedaman dibêjim 'Na, na, na'."

‘FERASETA TEKPARÊZ NEGUHERÎ'

Nesim Can, diyar kir da dawî li zilm û wehşeta li ser gelê kurd bê ew ê bibêje "Na" û wiha axivî: "Ji bo demildest dawî li wesayeta Tayyip Erdogan bê ez ê bibêjim 'Na'. Sedsal e heman feraset neguherî. Dibêjin 'yek ala, yek netewe, yek dewlet'. Cîhan guherî, lê ev feraseta tekparêz neguherî. Li Almanyayê Dîwarê Berlînê rûxiya. Almanyaya Rojhilat û Almanyaya Rojava gihaştin hev, lê ev feraset neguherî. Êdî bes e."

‘JI FERASETA ADOLF HÎTLER RE 'NA''

Can, diyar kir ku ji bo hemû gelên Tirkiyeyê rêza wan heye û wiha got: "Ji bo vî welatî me mil da hevdu û em têkoşiyan. Ji bo jiyaneke wek xwişk û bira me li ber xwe da. Lê belê em nehatin hesibandin. Rêza me ji bo hemû gelan heye, lê ji bo feraseta Adolf Hîtler rêza me tune ye, em dibêjin 'Na'."

‘JI BER ME NAHESIBÎNIN 'NA'

Zarif Anli, got ji bo jiyaneke wekhev û bi hevdu re divê "Na" bê gotin û wiha domand: "Dibêjim 'Na', çimkî em ne azad in. Îktîdar tim li dijî gelê kurd tevgeriya. Gotin, li Tirkiyeyê 'kurd tune ne'. Di dîrokê de jî me tune hesibandin. Ji ber me tune dihesibînin ez ê bibêjim 'Na'. Di Şerê Rizgariyê de me ji bo mafên xwe şer kir, lê mafên me hatin înkarkirin. Wek welatiyên kurd em mafên xwe dixwazin. Ji bo wekhevî, yekîtî û jiyaneke bi hev re ez ê bibêjim 'Na'."