Eryilmaz: Ez li nirxên rojnamegeriyê xwedî derketim

STENBOL - Rojnameger Tugrul Eryilmaz ku ji ber beşdarî "Nobeta Gerînendeya Giştî" ya Rojnameya Ozgur Gundemê bû doz lê vebû, diyar kir ku ji ber nirxên rojnamegeriyê yên gerdûnî parast îro tê darizandin.

Rojnameger Tugrul Eryilmaz, ji ber beşdarî "Nobeta Gerînendeya Giştî" ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin bû, doz lê hat vekirin. Rûniştina doza Rojnameger Tugrul Eryılmaz û Endama MYK'ê ya HDP'ê Çîlem Kuçukkeleş li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina dozê de Eryilmaz û Kuçukkeleş jî di navde Midûrê Karên Nivîsan yê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya jî di navde girtiyên ji Girtîgehê Hêjmar 9 a Sîlîvrî amade bûn. Di rûriştina dozêde Rojnameger Tugrul Eryilmaz, diyar kir ku ji ber wî nirxên rojnamegeriye yên gerdûnî parastine tê darizandin û wiha got: "Rojnameger agahî dide. Dîsa ji bo civakê tev li niqaşan bike tev digere. Ji bo di pirsgirêka kurd de nerînên cuda tune nebin min piştgirî da Rojnameya Ozgur Gundemê. Min wekî rojnamegerekî piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ji bo xwe wekî erk dît. Rojnamegerî karekî gerdûnî ye.

Her kes baş dizane ku bi rûniştina 3-5 saetan a li navenda nûçeyan bandor li ser polîtîkaya weşanê ya wê rojnameyê nayê kirin. Li vir armanc piştevanî ye. Tişta ez baş dizanim rojnameger li dijî îxtidarê mafê kes û civakê biparêze ye. Ez tu carî rêgeza gerdûniyê bernadim. Ez tenê endamê Cemîyeta Rojnamegerên Tirkiye û Yekîtiya Mulkiyeliya me. Ji Xeynê wê ez ne endamê tu rêxistina me. Ez li nirx û rêgezên gerdûnî yên rojnamegeriyê xwedî derketim."

Piştre Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya jî parastin kir û anî ziman ku wan agahî û nûçeyên ku çapemeniya din cih nedaye wan cih daye û bi civakê re parve kirine. Kizilkaya, da zanin ku ev yek jî di çarçoveya pîvanên nirxên azadiya ramanê de ye. Çilem Kuçukkeleş jî anî ziman ku ji 1992'an heta niha ya ku dibe dengê wan ev rojnameye û ji ber vê yekê piştgirî dide.

Heyetê piştî guhdar kir doz taloqî 14'ê Sibata 2017'an kir.