DENÎZLÎ - Endamê Lijneya Birêvebirina Tirkiyeyê ya Hewldana 78'an Nebi Evci, guherandina Qanûna Bingehîn a dê di 16'ê Nîsanê de berpêşî referandûmê bê kirin nirxand û wiha got: "Dê gava ewil a jiyaneke nû 'Na' be."
Endamê Lijneya Birêvebirina Tirkiyeyê ya Hewldana 78'an Nebi Evci, guherandina Qanûna Bingehîn a dê di 16'ê Nîsanê de berpêşî referandûmê bê kirin nirxand û got, dê "Na" bibe gava ewil a jiyaneke nû. Evci, diyar kir ku komara di 1923'yan de hat avakirin niha bi rê ve naçe û got, daxwazaên gel ên demokratîk bi şedetê tên tepisandin. Evci wiha axivî: "Niha rêgeza veqetana hêzan ku destkeftiya gelên Tirkiyeyê û miorvahiyê ye niha tê eciqandin, tenê terkî vîna yekzilam, Recep Tayyip Erdogan hatiye kirin. Divê li dijî vê bê derketin û 'Na' bê gotin."
Evci, ragihand ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de AK Partî hatibû asta êdî nikare hikûmetê ava bike, lê ji ber bi Ergenekon û derdorên dewleta kûr re li hev kiriye û Tirkiyeyê ber bi konsepteke şer ve biriye. Evci wiha axivî: "Di vê pêvajoyê de gelê kurd hat qetilkirin. Sûr û gelek navçe rastî qetlîaman hatin û koçberî li mirovan hat ferzkirin, gelek serokên şaredariyan hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Heke em behsa vîna netewî bikin, niha hilbijartiyên gel ên bi vîneke ji sedî 90'î hatin hilbijartin di girtîgehan de ne. Li vir durîtiyek heye. Divê mijara guherandina Qanûna Bingehîn wis abê dîtin. Dê bi temamî Tirkiyeyê ber bi serboriyekê, ber bi dîktatoriyekê ve bibe. Em wek 78'an li dijî rejîma yek zilamî û guherandina Qanûna Bingehîn a dê vê rejîmê tesîs bike dibêjin 'Na'."
‘LI PÊŞBERÎ PÊŞEROJA GELAN ÎPOTEK E'
Evci, dest nîşan kir ku Qanûna Bingehîn a tê plankirin wê têxin dewrê, ji çareserkirina pirsgirkên Tirkiyeyê dûr e û dê bi xwe re pirsgirêkan kûrtir bike. Evci, got ji ber dê her tişt têkeve destê yekkesî, wê Meclîs ji holê bê rakirin û wiha axivî: "Dê guherîneke ku li pêşberî pêşeroja gelan îpotekê deyne û dê vana bi dîktatoriyê bi rê ve bibe. Dê demokrasiyê ji holê rabike."
‘DIVÊ RUHÊ 7'Ê HEZÎRANÊ DERKEVE HOLÊ'
Evci, diyar kir ku hemû dînamîkên dibêjin 'Na' di bergeheke berfireh de cih digirin û anî ziman ku, eniya 'Na'yê sekneke rêgeziyî nîşan dide û polîtîkaya ji bo zêdekirina dengên 'Na'yê dişopîne. Evci wiha axivî: "Bi taybetî divê bi hilbijêrên AKP û MHP'ê yên bêbiryar in re hevdîtin bên çêkirin û riyeke ku karibe wan îkna bike bê şopandin. Dê li Tirkiyeyê kampanyaya 'Na'yê bi ser keve. Divê hêza dînamîka 7'ê Hezîranê di referandûmê de xwe bide der. Çaw aku di 7'ê Heîzranê de gelên Tirkiyeyê li dor banga HDP'ê ya jiyaneke nû civiyan, niha divê di referandûmê de jî xebatên bi vî awayî yên demokratîk, azadîxwaza, wekhev bên afirandin û divê ji bo Tirkiyeyeke nû em bi hev re bixebitin."
DÊ BI 'NA'YÊ RE POLÎTÎKAYA NAVXWEYÎ Û DERVE SERERAST BIBE
Evci, dest nîşan kir ku heke di referandûmê de hawirdora "Erê" winda bike, dê eniya "Na"yê vê krîzê, aloziyê bi riyên demokratîk çareser bike û wiha axivî: "Heke 'Na' bi ser keve, dê li Tirkiyeyê polîtîkaya maceraperest a derve, Sûriyeyê, bi temamamî nirûxe. Dê tevkariya bi DAIŞ'ê û hemû bûyerên bi vî rengî birûxin. Dê serdestên Tirkiyeyê destên xwe ji ser xaka Sûriyeyê vekêşin. Dê di polîtîkaya navxweyî de jî deriyên Tirkiyeya demokratîk bên vekirin
‘DÊ GAVA EWIL A JIYANEKE NÛ 'NA' BE'
Evci, got ji bo pêşerojeke wekhev, azad û aştiyeke mayinde ji bo "Na"yê bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikin û herî dawî wiha got: "Îktîdara AKP'ê ya 14 sal e vî welatî bi rê ve dibe, di nezda welatên cîhanê de tu îtibar ji Tirkiyeyê re nehiştiye. Niha tu welatek jî ne dostê Tirkiyeyê ye. Ji ber vê dê gelên Tirkiyeyê bi 'Na'yê ji bo Tirkiyeyeke aştiyane, azad gava ewil biavêjin. Dê li herêmê, li Sûriyeyê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piştevaniyeke gelên Tirkiyeyê hebe. Dê gava ewil a jiyaneke nû 'Na' be."