WAN - Girtekên dadgehê û rapora otopsiyê yên Aslihan Ertaş a li Elbaka Wanê di encama şideta sîstematîk a hevjînê xwe Mehmet Zeki Torun de hat kuştin derketin holê. Bersûc Torun, di îfadeya xwe de cinayet red kir, lê keça Torun Derya Torun di îfadeya xwe de her tişt vegotin.
Li Taxa Kavûrgali ya navçeya Elbakê ya Wanê, Aslihan Ertaş (37) di 13'ê Çileyê de ji aliyê hevjînê xwe Mehmet Zeki Torun (46) ê 19 salan bi awayekî sîstematîk rastî şideta wî hat, hat kuştin. Hûrgiliyên parêziya Torun a li dadgehê û pêşrapora otopsiyê derketin holê. Torun, di îfadeya xwe de derpêş kir ku hevjîna wî Ertaş ji banî katiye û ji ber vê jiyana xwe ji dest daye. Lê keçên hevjîna Torun, Şadiye Torun a pê re bi awayekî fermî mar kiriye Derya (19) û Rûkiye Torun (19) ên şahidên bûyerê ne, di îfadeyên xwe de diyar kirin ku bavê wan derewan dike. Bersûc Torun, diyar kir ku ji bilî hevjîna wî Şadiye Torun a pê re bi awayekî fermî mar kiriye, 2 hevjînên wî yên bi mara olî hene û hat îdiakirin ku beriya Ertaşê hevjîna Torun a din jî ji ber şideta wî întihar kiriye.
‘MIN NEKUŞTIYE, JI BANÎ KET'
Bersûc Torun, piştî bûyerê bi rojekê di îfadeya xwe ya li 1'emîn Dadweriya Cezayê Sulhê de diyar kiribû ku wî hevjîna xwe nekuştiye û derpêş kiribû ku Ertaş ji banî ketiye. Bersûc Torun di îfadeya xwe de wiha got: "Aslihan Ertaş hevjîna min a 3'yemîn e û bi mara olî em zewicandî ne. Ling û nava wê diwerimîn. Yanî ne keseke ku şidetê bê lêkirin. Roja bûyerê, ez çûm cem heywanan û paşê ji bo jêkirina giya ez çûm ser banî. Keç û hevjîna min ji bo nan bipihêtin çûn cem tendûrê. Keça min bang li min kir, 'bavê Neslihan ket.' Ez û keçên min, em ji Aslihanê re Neslihan dibêjin. Dema çûm cihê tendûrê, mîn dît ku hevjîna min ji xwe çûye û li erdê ye. Min hewl da wê bînim ser hiş. Dema me ew dianî mal, wê kêliyê xwîn ji devê wê hat, xwîn bi kincên min jî bû. Me kincên derxitin û di sobeyê de şewitandin. Paşê min û keça min Derya, ji bo wê bişon me ew bir serşokê. Hevjîna min bi tena xwe serê xwe şûşt. Paşê keçên min ew birin odeya wê. Paşê ez çûm cem heywanan. Dema hatim malê min li kurê xwe yê li Stenbolê Feyyaz geriya û min got Aslihan nexweş e. Ji bo ez wê bibim bijîşk min demildest pere jê xwestin. Ez li birayê Aslihanê, Hikmet Ertaş jî geriyam û min got ez ê xwişka te bibim nexweşxaneyê."
‘POTIKÊN ME XWÎN PÊ PAQIJKIRIN AVÊTIN SOBEYÊ Û ŞEWITANDIN'
Bersûc Torun, îdia kir ku wî ambulansa ku kurê wî yê li Stenbolê gazî wê kiriye nedîtiye û wiha got: "Kurê min, bêyî haya min jê hebe gazî ambulansê kiriye, lê min hatina ambulansê nedîtiye. Tu eleqeya min bi bûyerê re tune ye, min heta niha qet wê derb nekiriye. Şopên derban ên li se rçavên wê, ji ber ketina wê ya li cem tûndûrê ne. Dema ambulans hatiye, min ew paş ve venegerandiye. Dema bi ambulansê re leşker hatin min dît. Nizanim kî makyaj li ser çavê Aslihanê kiriye, hayê min ji porê wê yê rakirî tune ye. Ez van sûcan qebûl nakim."
Dadwer, ji bersûc Torûn re derb, makyaja li cihê birînan û boyaxa porê Aslihanê yên di rapora otopsiyê de derketin pirsî. Bersûc têkildarî vana jî wiha got: "Derbên li ser çavaên wê dibe ku dema li cem tendûrê ketiye çêbûbin. Hayê min ji fondotena ser çavê wê tune ye. Ji ber şoka bûyerê gazîkirina ambulansê nehat bîra min."
‘JI BO BIRÎNÊN SER ÇAVÊN DIYA MIN BIGIRE MAKYAJ KIR'
Keça Torun, Derya Torunê jî her tiştên bavê wê gotin derewand û behsa cinayetê û şideta bi salan didome kir. Keç Torun, diyar kir ku bavê zêde agresîf e û da zanîn ku, bavê wê di 12'ê Çileyê de li axûr bi awayekî dijwar Aslihan Ertaşê derb kiriye û diyar kir ku, wê derbên lis er çav û wucûdê wê dîtine. Derya Torun, got roja dinê sibehê bavê wê qîriyaye û gotiye, "Hişyar be hişyar be" û li ser vî dengî ew û xwişka xwe Rukiye çûne axûrê. Derya Torun wiha ragihand: "Dema em çûn cem bavê xwe, birînên li ser çavên diya me Aslihan xuya dikirin. Bavê min pêşî got, 'neqîrin nemiriye' û diya me dirêjî erdê kir û masaja dil kir. Paşê ez, xwişka min û bavê min, me Aslihanê bir odeyê, bavê min kincên wê derxistin û di sobeyê de şewitandin. Paşê bavê min got, 'werin em serê wê bişon, belkî diya we bê şer hişê xwe.' Li banyoyê, ji bo şûna birînan jê biçin bavê min zêde lûf kir, paşê xwîn ji ser çavê diya min hat. Li bedena diya min gelek şopên derban hebûn. Bavê min bi fondoten û makyajê xwest ser birînan bigire. Dema bavê min porê diya min zuha dikir, ferq kir ku porê wê gelek hatiye hilqitandin û porê wê boyax kir. Paşê me li banyoyê porê wê şûş, diya min verşiya û dîsa me ser wê guher û me dîsa ew kincên wê xistin sobeyê û şewitandin. Ji ber xwîniyeke zêde, me 3 caran kincên wê şewitandin."
‘AMBULANSA HAT PAŞ VE ŞAND'
Derya Torun, dest nîşan kir ku paşê dema bavê wê masaja dilî kir, ji devê Aslihanê zêde xwîn hatiye û wiha domand: "Dema xwîna li ser çavê diya min nesekinî, vê carê jî bavê min xwest bi arvan ser birînan bigire. Dema bavê min dît rewşa diya min ber bi nebaşiyê ve diçe, li kekê min geriya. Wî jî got wê bibe nexweşxaneyê, lê bavê min guh nedayê. Paşê ambulansa ku kekê min gazî wê kiriye, jî ji nî vê rê paş ve şandiye. Paşê bavê min ji kekê min re got diya te wefat kiriye. Bavê min, ji min re got her her tiştî ji apê xw ere cuda vebêje û ji bo rakirina cenaze bila bê. Piştî cara duyemîn ambulans hat bavê min zaf tirsiya. Dema em saet di 12'an de çûn axur diya min bê tevger bû, miribû."
Keça bersûc Torun a din, Rukiye Torun jî heman îfadeya xwişka xwe Derya Torunê tekrar kir. Got, Ertaş bi salan rastî şideta bavê wê hatiye û di encama derbkirina bavê wê de jiyana xwe ji dest daye.
DI RAPORA OTOPSIYÊ DE ŞOPÊN DERB Û BIRÎNAN
Di rapora otopsiyê ya berpêşî dadgehê hat kirin de, hat diyarkirin ku li ser çav û qirika Ertaşê gelek şopên derb û birînan, nepixandine hene û hat daxwazakirin ku ji bo sedema mirinê ya teqez û diyarkirina saetê divê "otopsiya sîstematîk" bê kirin.
Torun ji aliyê dadgehê ve bi "Kultina qestî" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê.
Nimet Ölmez - dihaber