Sariyildiz: Dozgerê Cizîrê xizmeta kujeran dike

ŞIRNEX - Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Faysal Sariyildiz biryara Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ya der barê kesên hatin şewitandin û kuştin nirxand û got: "Ev biryar ji bo ku dozger xwe têxe çavên kesên ku biryara vê qetlîamê dane. Bê guman ev biryarek siyasî ye û tu eleqeya wê bi hiqûqê tune ye."

Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Faysal Sariyildiz biryara Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ya der barê giliyên sûc yên têkildarî kesên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatin şewitandin û kuştin a "Kuştin li gorî hiqûqê pêk hatiye û pêdivî bi şopandinê tune ye" nirxand. Sariyildiz, got ev biryar ji aliyê saziyên pergalek faşîst hatiye dayîn û biryar nîşan dide ka saziyên hiqûqê çiqas ketine bin xizmeta îktîdara dîktator.

EV BIRYAR MÎNAKA DÛRKETINA MIROVAHIYÊ YE

Sayirildiz, da zanîn ku biryara ku Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê dayî ji bo xuyakirina ji ehlak û hiqûqê mînanek berbiçav e û wiha got: "Ev yek dide xuyakirin ku karmend û peywirdarên li herêmê çiqas ji peywira xwe ya yekemîn dûr ketine. Ev dozger çawa ketiye bin xizmeta desthilatdariyê ev biryar dide nîşandan. Dema ku ev biryar stendiye ji her cure ehlak û nirxên mirovî dûr ketiye. Ev biryar mînakeke ji bo dûrketina nirxên mirovahiyê."

BEDENÊN HATINE ŞEWITANDIN DOZGER BI ÇAVÊN XWE DÎTIN

Sariyildiz, da zanîn ku cenazeyên kesên ku hatine şewitandin li ber çavên dozger birin Morga Nexweşxaneya Cizîrê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo ku ev keraxtiya hatî kirin were fêmkirin dixwazim çend gotinan bêjim. Weke ku tê zanin di bodrûma yekemîn de 31 mirovên me ku me nasnameyên wan, karê wan bi raya giştî ve parve kiribûn hebûn. Beriya ku ev kes werin qetilkirin bi parlementerên me yên ku li cem rayedarên Enqere bûn geriyan û bi wan re axaftin. Herî dawî di 30 çileyê de Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP'ê Mehmet Yavûzel dema ku bi hevalên me yên parlementer re diaxivî rastî êrîşê hatin. Bedenên wan ên hatine şewitandin di torbeyan de dan malbatên wan. Pişt wan re tenê parçeyên cil û bergên wan ên şewitî man. Wê demê dozger hat cihê buyerê û bi hinceta, "ewlehî tuneye" nehat bodrûman de. Lê parçeyên wan kesên hatine şewitandin me ji bodrûman derxist û da ber çavçn dozger. Dozger li wir biryar da ku cenazeyan bişînin nexweşxaneyê. Dozger ji ber vê wehşetê tu lêpirsîn venekir. Li gel van hemûyan biryarek wisa daye."

DOZGER KETIYE BIN KONTROLA PERGALA FAŞÎST

Sariyildiz, anî ziman ku ev biryar tê wateya li Kurdistanê kujerên ku ji aliyê îktîdarê ve hatine peywirdarkirin û qetlîam pêk anîne dikarin vê yekê hertim bikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li ser vê buyerê biryara devjêberdana şopandinê tê çi wateyê. Yên ku ev wehşet, ev qetlîam pêk anîn û ji aliyê îktîdarê ve hatine peywirdarkirin dikarin li Kurdistanê vê yekê pêk bînin û nayên cezakirin. Ev sûcê mirovahiyê ye. Dozger an ji tirsa ev biryar daye an jî dozger bi xwe xelekek ji vê pergalê ye. Roj ê were ev buyera ku di wijdana mirovahiyê de hatiye cezakirin di tezgehên hiqûqê yên azad de jî were cezakirin û ev dozger ê were darizandin. Ev dozger, dadger û hemû karmendên ku ketine nava pergala îktîdara ya qirêj hemû wê werin darizandin."

ÎFADEYÊN POLÎS Û ŞAHIDÊN NEPEN SENARYOYEKE

Sariyildiz, biryara dozgeriyê ku spartiye îfadeyên polîs û şahidê nepen weke nakokî û bê ehlaqiyek mezin bi lêv kir û wiha pêde çû: "Em dibînin ku dozger biryara xwe spartiye îfadeyên polîs û şahidên nepen. Ev yek skandalek e. Yên ku serlêdana sûc kirine dibêjin polîs û leşkeran zarokên me qetil kirine. Lê dozger biryara xwe li ser îfadeyên heman kesan dide. Ev yek senaryoyek berê hatiye çêkirin e. Ev îfade li gor xwe çêkirine û polîs û şahidên nepen jî senaryo ye. cenazeyên 143 kesên ku laşê wan şewitîbûn li ber çavên dozger rakirin rakirin nexweşxaneyê."

EV BIRYAREK SIYASI YE Û TU ELEQEYA WÊ BI HIQÛQÊ RE TUNEYE

Sariyildiz, daxuyand ku hewceyî bi nirxandina têkiliya biryarê ya bi siyasetê ve nake û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev biryar ji bo ku dozger xwe pêxe çavên kesên ku biryara vê qetlîamê dane. Bê guman ev biryarek siyasî ye û tu eleqeya wê bi hiqûqê re tuneye. Heman dozgeran li ser parvekirinên me yên li ser tora civakî lêpirsîn dane destpêkirin. Me bi van parvekirinan hewl da em pêşiya van qetlîaman bigirin. Lê heman dozgeran lêpirsîn li ser me dan destpêkirin. Ji ber vê yekê ev biryar xizmeta dozger a ji bo pergala faşîst e."

Nedîm Oruç/Dîcle Muftuoglu - dihaber