OHAL penaberan jî mexdûr dike

WAN- Bi pêvajoya OHAL'ê re penaberên ku daxwaza penaberiyê dikin rasterast tên dersînorkirin. Ji endamên Komîsyona Mafên Penaberan Parêzer Sefer Kurt diyar kir ku bi penaberên ku tirkî nîzanin belgeyên "Ez dixwazim vegerim welatê xwe" tê îmzekirin û wiha axivî: "Îhtîmala darvekirina kesên ku tên dersînorkirin heye."

Mafên penaberan li Wanê ku yek ji herêma derbasbûna penaberan e bi pêvajoya Rêveberiya Awarte (OHAL) ve hate rawestandin. Li Navenda Paşvevegerandinê ya li ser riya Erdîşê ku 390 kes qapasiteya wî heye hate niha 3 hezar û 400'î zêdetir kesan ji bo penaberiyê serlêdan kiriye. Li navenda ku hejmara serlêdanan her roj zêde dibe mafên penaberan jî hate rawestandin. Beriya OHAL'ê ji bo biryara dersînorkirinê riya dadgehê hebû lê bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hate rakirin. Rayedarên navendê ku KHK wekî fersend dîtine lez dan karûbarên dersînorkirina penaberan. Ji endamên Komîsyona Mafên Penaberan a Baroya Wanê Sefer Kurt bal kişand li ser binpêkirinên ku di demên dawî de zêde bûne.

'TÊN DERSÎNORKIRIN'

Kurt anî ziman ku ew ji jiyana kesên ku tên dersînorkirin bi fikar in, Peymana Cenevreyê bi bîr xist û wiha got: "Li gorî Peymana Cenevreyê kesên ku ji ber nijad, ol, fikrên xwe yên siyasî diçin welatekî din ji bo ku neyên dersînorkirin sererastkirinek hatiye çêkirin. Ji ber vê yekê dema ku vegerînin welatên xwe kesên ku li welatên xwe îhtîmala wan a darvekirin, muameleya xirab heye divê teqez neyên şandin. Lê di pêvajoya OHAL'ê de ev kesên ku ji bo penaberiyê serlêdan kirine tên dersînorkirin."

'RIYA DARAZÊHATE GIRTIN'

Kurt da zanîn ku berê kesên ku ji bo penaberiyê serî lêdidan ji bo neyên dersînorkirin biryarên dihatin dayîn dibirin darazê yê bi KHK a hate derxistin ve riya darazê hat girtin. Kurt diyar kir ku peywira dersînorkirinê ji bo rayedarên Navenda Paşvegeverandinê û wiha got: "Ger ku serlêdan ji aliyê Navenda Paşvevegerandinê ve tê redkirin ev ewil tê teblîgkirin. Piştî 15 rojan dikarin serî li riyên qanûnî bidin. Dikaribûn li Dadgeha îdareyê biryar didan rawestandin. Lê bi KHK a ku di 29'ê cotmeha 2016'an de hat derxistin ve ev made hate rawestandin. Piştî vî guhertinê kesên ku daxwaza penaberiyê dikin dişînin welatê xwe."

'DIBE KU BÊN DARVEKIRIN JÎ'

Kur da zanîn ku kesên ku tên dersînorkirin "bi gumana nîzama cemaweriyê bin pê dikin" tên dersînorkirin û wiha pêde çû: "Dema ku em agahî digirin hema li Dadgeha Îdareyê dozê vedikin lê niha çi heyf e ku doza ku em vedikin jî êdî biryara dersînorkirinê nade rawestandin. Ji ber vê yekê carda dema doz berdewam dike yan jî di demeke kin de tên dersînorkirin. Piştî ku tên dersînorkirin jî em nizanin çi li benda van mirovan e. Bi taybetî dersînorkirinên li Îranê berdewam dike. Beriya demeke kurt 7 kes hebûn, kesên muxalîfê rejîmê bûn ew jî hatin dersînorkirin. Ji ber ku wekî baro agahiya me çênebû çiqas karê dersînorkirinê pêk hatiye nizanim. Ji ber vê yekê agahî nadin me jî. Îhtîmala ku ev kes bên darvekirin jî heye. Em ji jiyana wan bi fikar in."

'BELGE DIDIN ÎMZEKIRIN'

Kurt bal kişand li ser binpêkirinên li Navenda Paşvevegerandinê û ev agahî da: "Belgeyên bi zimanê ku penaber nizanin bi wan didin îmzekirin. Di belgeya nivîskî de nivîsa 'ez dixwazim vegerim welatê xwe' cih digire. Di gelek îtirazên ku em dikin de Navenda Paşvevegerandinê van belgeyan dişîne dadgehê. Penaber nizanin çi dinivîsîne ji ber vê yekê jî îmze dikin. Qapasîteya navendê 390 kes in lê li vir çend kes dimînin agahî nadin me. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistiye bi taybetî jî mafên bi cih bûn, xwarin û têkîliyên bi derve re yên penaberan tê binpêkirin. Rastî nêzîkatiya xirab a xebatkaran tên."

Selman Keleş - dîhaber