MÊRDÎN - Endama Meclîsa Partiyê ya CHP'ê Gulseren Onanç diyar kir ku di pêvajoya ku Hevserokên Giştî yê HDP'ê girtî tên darizandin de referandûm rewa nabe. Onanç anî ziman ku gotinên AK Partiyê yê "ger 'Erê' derkeve dê şer bi dawî bibe" jî rastiyê nîşan nadin û pirsa "Heke nûnerên gelê kurd nebin dê aştî bi kê re pêk bê" kir.
Endama Meclîsa CHP'ê Gulseren Onanç, li ser referandum û girtina parlamenterên HDP'ê axivî. Onanç, anî ziman ku di vê pevajoya ku Hevserokên Giştî yên HPP'ê û parlamenterên HDP'ê di girtîgehê de ne, referandum ne rewa ye. Onanç, gotina rêveberên AK Partiyê ya "Ger 'Evet' derkeve dê aştî û 'Na' derkeve dê li Tirkiye şer derkeve jî rexne kir û wiha got: "Ev rastiyê nîşan nade. Ger ku di vê pêvajoyê de nûnerên kurd di nava siyasetê de tune bin li Tirkiye aştî ne pêkan e."
Endama Koma Diyalogê Endama Meclîsa Partiyê ya CHP'ê Gulseren Onanç, diyar kir ku di pêvajoyek wisa de li Tirkiye demokrasî di bin rîskek mezin de ye u wiha got: "Di van şert û mercan de gumana ku rêveberî û rejîma otoriter bi ser bikev heye. Em wekî mirovên ku têkoşîna aştî, wekhevî, edalet û demokrasî didin ji bo redkirina vê Qanuna Bingehîn dixebitin. Emê di vê pêvajoya referandume de kampanya 'Na' mezin bikin. AKP û MHP dixwazin kesên dibêjin 'Na' weki kesên li dijî yekîtiya Tirkiye pênase bikin. Dixwazin kesên wekî perçekirina Tirkiye dixwazin nişan bidin. Lê em nayên van lîstikan û hemû kesên dibêjin 'Na' di bin sîwanekêde kom bikin.
DEMA PARLAMENTERÊN HDP'ê GIRTÎ BIN REFERANDUM NE REWA YE
Onanç, bertek nîşanî darizandina bi girtî ya parlamenterên HDP'ê de û wiha got: "Darizandina bi girtî ya Hevserokên HDP'ê nayê qebûlkirin. HDP li meclîsê partiya sêyemîn e. Di vê pêvajoya ku wekîl û hevserokênk HDP'ê di girtîgehê de bin erêkirina Qanûna Bingehin a li meclîsê jî ne rewa ye. Di vî alî de Dadgeha Qanûna Bingehîn erka xwe pêk neanî. Divê Dadgeha Qanûna Bingehîn rol û erka xwe pêk bîne.
DIVÊ EM KESÊN BÊ BIRYAR ÎKNA BIKIN
Onanç, bal kişand ser kesên li Tirkiye bê biryar û neçin ser sindoqê jî û wiha got: "Divê berî her tiştî em baş van kesan îkna bikin ku em çima dibêjin 'Na'
Divê em vê dîroka nêzîk baş bibînin û baş analîz bikin û bidin xuyakirin. Kesên ku deng dane MHP û AKP'ê û îro bê biryarin divê em wan baş ronî bikin û îkna bikin. Ji bo vê yekê jî em dê xebata xwe ya nava civakê zêde bikin.".
AKP DÊ DESTÛR NEDE CHP XWE BIGÎNE BINGEHA WAN
Onanç, bang li pêşeng û nûnerên saziyên civakî, ode û dezgehên sivîl ku li dijî Qanûna Bingehîn in kir û wiha berdewam kir: "Di demên dawî de li Tirkiye enî pêş ketiye. Ji ber vê yekê îktîdara AKP'ê destûr nade ku tabana CHP'ê bi tabana AKP'ê re têkeve diyalogê. Ji niha û şûnde jî dê destûr nedin. Di vê pêvajoyê de em wekî HDP, CHP dê bêjin 'Na' Em tenê naçin tabana xwe. Em dê biçin tabana AKP û MHP'ê yên bê biryar jî. AKP bi gefan diçe referandumê. Herî zêde di vê pêvajoyê de pêdivî bi aştiyê heye. Lê AKP dixwaze şer berdewam bike û di şer de israr dike. Gotinên AKP'ê yên aştiyê xapandin û derew in. Gotina rêveberên AKP'ê ya "Hûn bêjin 'Erê' dê şer raweste" li dijî rastiyê ye. Mînaka vê yekê Maseya li Dolmabahçe ye. Xuya dike ku kê ma se qera kir û kê şer xwest. Ez bawer nakim ku AKP aştiyê pêş bixe û şer rawestîne.
KURD NEBIN AŞTÎ JÎ NABE
Onanç, herî dawî anî ziman bêyî vîn û nûnertiya kurdan di pêşerojê de aştî û çareserî ne pêkan e û wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê vîn û nûnertiya kurdan bê dîtin û esas bê girtin. Hem vina kurdan bigirin û hem jî bêjin em dê li şûna wan aştiyê bînin ev ne sincî ye. Ev xapandina herî mezin e."
Dîcle Muftuoglu/Aynur Înedî - dihaber