AMED - Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, têkildarî giliyê li dijî qeymeqamê Elkê Kadir Guntepe ê girtî ji doza “FETÖ/PDY” tên darizandin jî di navde qeymeqamên navçeyên Cizîr, Silopî û Elkê ku "Qedexeya derketina derve" îlan kiribûn, biryara bêşopandinê da.
Qeymeqamên ku di navbera 2015-2016'an de li navçeyên Cizîr, Sîlopya û Elkê "qedexeya derketina kolanan" îlan kiribûn der barê wan de gilî hatibû kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê giliyê der barê wan de hatibû kirin red kir û der barê Qeymeqamê Elkê û Cîgirê Walî ku ji lêpirsîna “FETÖ/PDY” hat girtin Kadir Guntepe û qeymeqamên Cizîr û Sîlopya biryara bê şopandinê da.
Komek parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD), der barê 3 qeymeqamên navçeyên Elk, Sîlopya û Cîzîrê de ji ber ku "Peyvira xwe xerab bikar anîne", "Li dijî mirovahiyê sûc kirine" û “Qanûna Bingehîn îhlal kirine" li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê gilî kiribûn. Parêzerên MHD’ê di dakxwaznameya serlêdana sûc de wiha gotibû: "Li 7 bajar û 20 navçeyên ku herî zêde kurd lê dijîn 56 caran qedexeya derketina derve bi giştî 364 rojan qedexeya derketina derve hat îlankirin. Ji ber vê yekê gelek mafên mirovan hatin binpêkirin. Li gel ku di Qanûna Bingehîn de erka wan tune jî di nava bajar de çekên giran bikar anîn. Ji ber qedexeyên Walî û Qeymeqaman îlan kir li Sûr, Cizîr, Silopya herî kêm 180 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Di navde zarokên pitikê, jin, kal û pir jî hebûn. Ji ber qedexeyên bê navber sivîlên li bajaran dijîn nekarîbûn pêdivîyên xwe yên xwarin û jiyanê temîn bikin. Li gelek warên jiyanê çekên herî giran ku di şerê navdewletî de tê bikar anîn hatin şuxulandin. Ji ber şerê giran û çekê giran, malbatan ji neçarî mal û warên xwe terk kirin û koç kirin. Li cihê ku kolan hatin qedexekirin li dijî mirovahiyê sûcê giran hat kirin. Îktîdara ku divê bersûcan ronî bike bi daxuyaniyên xwe bêtir hêz dan bersuc û berpirsyaran. Ji ber Qeymeqamên berpirsiyarên van şûnwaran erk û rola xwe pêk neanîne û Qanûna Bingehîn binpê kirine divê ev erkdarên navçeyan bên darizandin û cezakirin."
SERDOZGERIYÊ KUŞTINA WELATIYÊN SIVÎL NEDÎT
Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê bêyî ku kuştina welatiyên sivîl bibîne, xerakirina bajaran têxe rojeva xwe bersîv da daxwaznameya MHD'ê û der barê serlêdana sûc di biryara bê şopandinê da. Serdozgeriyê di bersîva redkirina gilî de wiha got: "Li navenda Şirnexê û navçeyên Sîlopya, Cizîr û Elkê ji aliyê Walîtiyê ve derketina qedexeyên derve hatiye îlankirin. Her çend bê îdîakirin ku kesên navborî sûc kiriye jî bi armanca li van bajaran rêxistinê asteng bike qedexe îlan kirine. Di şer de gelek polîs û leşker hatin nkuştitn. Gelek endamên PKK'ê bê tesîr hatin hiştin. Dema ev pêkanîn xistin meriyetê li dijî zagon û mevzuatê tev negeriyan. Ji bo parastina tevahiya axa Dewleta Komara Tirkiye û ewlehiya can, li ser navê cemaweriyê cihê lêpirsîna der barê van kesan de tune. Parêzerên MHD'ê jî ev biryara Dozgeriya Komarê ya Şirnexê îtîraz kir û birin Temyizê.
Qeymeqamê Elkê Kadir Guntepe, di 17'ê Çile de li Qeyseriyê hatibû binçavkirin li pey xwe berpirsyariya mirina 4 welatiyên sivîl, navçeyek di nava betonên ewlehiyê û qemereyên mobeseyan de hişt. Li navçeyê di 25'ê îlona 2015'an de gundê Setkarê ku 10 kîlometreyan ji navendê dûr e di encama topbarana leşkeran welatiyên bi navê Ahmet Temel (60), Behcet Temel (18), Ayla Temel jiyana xwe ji dest dabûn û Hasan Temel û Fevzî Temel jî birîndar bûbûn. Her wiha di heman rojê de ajokarê ambûlansê Şehmûz Dûrsûn ku dema ji bo birîndaran ji nava bajêr wergire nêzî noqteya polîsan gule lê hatin barandin û jiyana xwe ji dest da. Qeymeqam Kadîr Guntepe herî dawî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgera Komarê ya Tokatê ji lêpirsîna “FETÖ/PDY” tespîta hesabe Bylockê di 17'ê Çile hat binçavkirin û di 1'ê Sibatê de hat girtin.