3'emîn Milê Xezeba Firatê ket nava tevgerê

REQQA - Şervanên Pêngava Sêyemîn a Xezeba Firatê ku bi 2 milan hatibû destpêkirin, ji milê sêyemîn jî dest bi tevgerê kirin. Di encamê de gundên Siyaad û Heseen Zeyt hatin rizgarkirin û şervan 5 kîlometreyan pêşve çûn.

Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê ANHA, pêngava 3 mîn ya Hemleya Xezaba Firatê bi berfirehî didome. Milê 3'yemîn ê pêngava Xezeba Firatê ket tevgerê. Milê sêyemîn ji ser rêya Mekmen ket tevgerê û piştî nîvro 5 kîlometreyan ber bi Reqqayê ve pêş ve çû. Di encamê de şervanan gundên Siyad, Hessen Zeyt piştî şerên dijwar ji DAIŞ rizgar kirin. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gelek mayînên Komên DAIŞ'ê bê bandor kirin. Pêngava Sêyemîn a Xezeba Firatê di 4'ê sibatê de ji 2 milan ve bi daxuyaniyekê hatibû destpêkirin. Di encamê de bi dehan gund ji komên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin.