Qeyûm tayînî Şaredariya Miksê kirin

WAN - Qeyûm tayînî Şaredariya Miksê ya DBP’ê kirin.

Li Wanê duh di saetên şevê de Qeymeqam Serhat Karabektaş wekî qeyûm tayînî Şaredariya Miksê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kirin. Ji ber lêpirsîna ji aliyê Wezareta Karên Hunidr ve hat meşandin Hevşaredarê Miksê Mehmet Garîp Aykut ji peywirê hat girtin û li şûna wî Qeymeqamê navçeyê Serhat Karabektaş wekî qeyûm hat tayînkirin.

Heta niha li Wanê di serî de Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê qeyûm tayînî 13 şaredariyên DBP’ê kirin.