Du kesên di bin aşûtê de man mirin

URMIYE - Hat zanîn ku li gundê Berde Sor ê bajarê Urmiyê aşût bi ser malekê de hat û 2 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li gorî çavkaniyên herêmî, hat zanîn ku li gundê Berde Sor ê ser bi devera Sîlwana ya bajarê Urmiyê aşût bi ser malekê de hat. Di aşûtê de, Xaniyê 6 kes têde bûn di binê berfê de ma. Welatiyên gundê Berde Sor û tîmên hawarê piştî hewldana 2 seetan, 4 endamên malbatê rizgar kirin. 2 kesên di bin aşûtê de man mirin û kesek birîndar bû. 2 kesên bi navên Simayil Hesen Avdî (60) û kurê wî Ezîm (23) jiyana xwe ji dest dan. Dayika malbatê jî birîndar bû û şandin Nexweşxaneya Urmiyê.