Fermandarê Îngîlîz Jones: Emê bi QSD'ê re bixebitin

NAVENDA NÛÇEYAN - Di pêvajoya ku li Tirkiye niqaşên cuda der barê Reqqa de tê kirin, Fermandarê Îngîlîz ê Hêzên Koalisyona Tumgeneral Rupert Jones, diyar kir ku hêza ku bê ewle û operasyonê pêk bîne tenê QSD ye.

Operasyona Xezeba Firatê ku ji Quveta Sûriyeya Demokratîk (QSD) pêk tê didome. Di siyaseta Tirkiye de têkildarî operasyona li dijî Reqqa niqaşên cuda tên kirin. Di vê pêvajoyê de Fermandarê Îngîlîz ê Hêzên Koalisyona Tumgeneral Rupert Jones, diyar kir ku hêza ku bê ewle û operasyonê pêk bîne tenê QSD ye. Fermandarê Îngîlîz Rupert Jones anî ziman ku ew dê bi QSD'ê re bixebitin. Li gorî nûçeya Middle East Eye Jones, diyar kir ku SDG xwedî hêz û baweriya ku Rakka azad bike û wiha got: "Em teqez ji QSD'ê bawer dikin. Di operasyona ku em li Reqqayê pêk bînin em dê bi QSD'ê re bixebitin. Me dît ku QSD'ê lie Menbiçê şerekî pir dijwar meşand. Me hêz û rola wan dît. Bajar dîsa ji destê DAÎŞ'ê rizgar kirin. Me bi Rêveberiya Donald Trump re jî hevdîtin kir. Ne nerînên xwe hem bi rêveberiya DYA ya nû û hem jî bi CIA re parve kir.