ENQERE - Serfermandarê Artêşê yê DYA’yê Joseph Dunford ku îro tê Tirkiyeyê û Serfermandarê Artêşê Hulusî Akar dê li Încîrlîkê ku bûbû mijara nîqaşan bên cem hev.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Serferamandarê Artêşa Tirkiyeyê Hulusî Akar û hempişeyê wî yê DYA’yê Joseph Dunford, dê li Încîrlîkê hevîtinekê pêk bînin. Tê payîn ku piştî hevdîtinê daxuyaniyekê bidin.
Hevdîtina ku mijara bingehîn operasyona Reqayê ye, Tirkiye dixwaze kurd derveyî operasyonê bên hiştin. Her wiha tê payîn ku mijarên herêma bi ewle û Babê jî bên nîşankirin. Li Încîrlîkê ku dê îro hevdîtin lê bê kirin, beriya niha bi gefa Tirkiyeyê ya girtina wê ji hêzên koalîsyonê re hatibû rojevê.