ŞIRNEX - Li navçeya Silopî bi biryara qeymeqamtiyê ji mizgeftan anons hat kirin û ji welatiyan hat xwestin ji tupek zêdetir li malan qadekirin.
Li navçeya Silopî ya Şirnexê beriya 2 rojan bi biryara qeymeqamtiyê ji mizgeftên bajêr anonsek hat kirin. Li gori biryara hatiye dayîn divê welatî tupên zêde di hundirê malên xwe de nehewînin û ji tupên zêde bînin şaredariyê. Her wiha hate hînbûn ku ev biryar bi hinceta, "ewlehiyê" hatiye stendin. Welatiyên bajêr bertek nîşanî vê yekê dan û gotin hema bêje di her malê de ji bo pêwîstiyê ji tupekê zêdetir heye.