Waliyê Amedê li 13 gundan derketina kolanan qedexe kir

AMED - Walîtiya Amedê li 13 gundên di navbera Licê, Dara Hênê û Karazê de "Qedexeya derketina kolanan" îlan kir.

Walîtiya Amedê li 13 gundên dikevin navbera navçeyên Licê, Dara Hênê û Karazê, "Qedexeya derketina kolanan" îlan kir. Walîtiyê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku li gorî hêjmara 5442'an a Zagona Îdareya Bajaran li gundên Birlik, Şenlik, Abalî Ergîn, Tuzlakoy, Çeper, Durukoy, Daralan yên Lîcê, gundên Topçular, Turali, Kalaba, Serenkoy û Uzunlar yên Dara Hênê ji saet 05.00'ê 14'ê Mijdara 2016 û şûnde qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin.

Walîtiyê duh jî li 8 gundên navbera Licê, Dara Hênê û Karazê qedexe îlan kiribû îro qedexe rakir.