WAN – Li navenda Wanê jin bi awayekî yekgirtî, li tenûrên hevpar nan dipehitînin.
Li Taxa Yalimerez a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê jin, nanê xwe li tenûrên hevpar dipehitînin. Malbatên ku di salên 90’î de gundên wan hatin şewitandin û neçar man koçî bajêr bikin, bi piranî li heman taxê rûdinên û li vê taxê, 5 tenûr hene.
Jinên ku ji şeveqê ve tevdigerin, bi awayekî yekgirtî bi teştên hevîrên xwe diçin ser tenûrên ku agir li wan hatiye dadan. Tenûra ku derdora wê hatiye paqijkirin, jin hevîrê hatiye amadekirin bi rêzê didin û nanê hatine pehitandin jî yeko yeko derdixin û datînin ser hev.