RIHA- Mûstefa Selverê necar ev 49 sal e li Sûka Rihayê daran dineqişîne û berhemên wek meşk, dergûş, hewanê qehwê, selik, tas û kevçiyan dineqişîne. Selver got, wî ji ber hezkirina bêhna daran dest bi vî karî kiriye.
Mustafa Selver (57) ê necar, ev 49 sal e li Sûka Xeratan a Rihayê karê xeratiyê dike. Selver ji bêhna texteyan hez kiriye û dest bi karê xeratiyê kiriye. Selver di zarokatiya xwe de hem diçe dibistanê hem jî li cem apê xwe yê xerat dixebite. Apê wî jî, ji bavê xwe karê xeratiyê fêr bûye. Piştî ku dibistanê xilas dike karê xeratiyê berdewam dike.
'MIN WEK MÎNAK HOSTAYÊN MEZİN Jİ XWE RE ESAS GIRTIN'
Selver dibêje ku, xeratî têra wî nekir û wî piştî demekê dest bi karê nexşandina daran kiriye û wiha berdewam dike: "Min wek mînak hostayên mezin ên ku daran dineqişînin ji xwe re esas girtin û min xwe bi xwe pêş xist."
'TEHMA QEHWEYA DARAN CUDA YE'
Dema em li berhemên Selver dinerin meşka ji dar, dergûş, qefesên kewan, kevçiyên xwarinê, selik û hwd. tişt hene. Lê berhema herî ku bala me dikişîne hewana qehweyê ye. Selver dibêje ku tenê ew li Rihayê hewana qehweyê çêdike. Selver got ku, ew du mehan bi hewana qehwê re mijûl dibe û wiha domand: "Piştî ku temam dikim, ez bi 700 TL'yî difiroşim. Kesên zengîn dikirin û ji bo ciwaniyê jî bi kartînin. Lê qehweya di hewan de tê çêkirin, tehmeke xwe yî cuda heye."
'TEXTE Jİ BO TENDURİSTİYA MİROV BAŞ E'
Selver da zanîn ku texte xesarê nade laşê mirovan û wiha axivî: "Niha tiştên plastîk derketine. Lê xesarê didin tenduristiya mirovan. Texte di nava malê de hewaya qirêj dikişîne. Derî û pencereyên dar saxlem û bi tendirust in. Lê niha tiştên plastîk tên bikaranîn."
Selver anî ziman ku eger ew bimire, wê kurê wî vî karî berdewam bike.