Gorên şopên dîrokî vediguhezînin di bin parastina gel de ne

DERSIM – Li Dersimê gorên koçî yên fîgurên roj, ax û lehengiyan di xwe de dihebînin, ji aliyê gundiyan ev tên paarstin.

Hema hema her koşe û devereke Dersimê ji dîrokê bêhnek li xwe hebandiye. Ji van mîrateyên dîrokî yek jê jî, gorên koçî ne. Gorên ku berê kesên mirine û li go taybetmendiya wî/ê kesê hatine nexşkirin, ji aliyê mirovên herêmê ve tên parastin. Ji gorên koçî yên li Taxa Gazîkê ji aliyê gundiyan ve hatine parastin, li ser yekî ji wan taybetmendiyên kesekî ku di şerî de jiyana xwe ji dest daye bi fîgurên tîr û palasqeyê hatine nexşkirin.

FÎGUR BALÊ DIKÊŞIN

Her wiha li ser goreke din ya nîşaneya tembûrê heye jî, nexşên simbilan hene. Li ser goreke din jîf igurên çêlekan dixuyên. Her wiha li ser goreke ku fîgura mêzênê heye jî, qenaeta ku ew kes mirovekî olî an jî rêzdar bûye, li bîra mirov peyda dike. Her wiha lis er gelakan jî, fîgurên jin û mêrên ji ji ehv hezkirine hene.

NÎŞANEYÊN JIN Û MÊRAN CUDA NE

Gorên koçî li gir zayendê iguherin. Li ser gorên jinên zirav û kin, bi piranî fîgurên derzî, destî, mûc, tembûr hene. Li ser gorên berfireh yên mrêan jî, fîgurên wek palasqe, şûr, mertal, hesp, tîr, kêr, şêr hene. Her çiqas der barê paşeroja wan de agahiyên zelal tune bin jî, ev gorên ku baweriya eleqîtî û şopên Mezopotamyayî diguhezînin, jia liyê gelê Dersimê ve tên parastin.