ŞIRNEX - Hostayê bi navê Fadil Harman ê ku li Cizîrê tekane hostayê derguşên texte çêdike diyar kir ku ew nifşê dawî ne ku van dergûşan çêdikin. Dergûşên ku tên çêkirin jî li Sûka Kevn tên firotin.
Navçeya Cizîrê ku bûye malovanê gelek efsane, helbest û hunermendan, nirxên xwe yên dîrokî diparêze. Dergûşên ku bi destan tên çêkirin jî ji destê hostayê bi navê Fadil Harman ji nû ve zindî dibin.
BIRAYÊ WÎ YÊ MEZIN ÇÊDIKE YÊ BİÇÛK DIFIROŞE
Hostayê dergûşê Fadil Harman (57) ê li Sûka Kevn a li taxa Alîbeya Cizîrê 20 sal in dergûşên texte çêdike ligel pêşketina teknolojiyê û demê bi hunera xwe ve li ber xwe dide û derûşên çêdike jî bi neqşên zirav dixemilîne, rengîntir dike. Harman anî ziman ku dergûşan bi darên bî û spîndarê çêdike û nifşê dawî ne ku vî pîşeyî didomînin. Harman diyar kir ku dergûşên ku çêdike birayê wî yê mezin Adnan Harmanci difiroşe.
JI HINA HÎNT HETA KILÊ SUPHANÎ
Adnan Harman ê ku dergûşan difiroşe jî diyar kir ku li dikana xwe ji bilî dergûşan Kilê Sîphanê jî aniye Cizîrê. Harman kilên ku tîne 10 rojan di nava hewanê de dikute û dike toz piştre jî dixe nava hundirê qutiyên taybet ên ji sifirê hatine çêkirin, ji bo firotinê amade dike.
Harman ji bo dergûşên ku 25 sal in difiroşe jî wiha dibêje: "Ez 55 salî me, zarokên Cizîrê qasî ku ez xwe zanim heta niha bi van dergûşan tên mezinkirin. Ev neqşên ku hûn dibînin hemû jî neqşên bi salan in. Lê çi heyf e zarok naxwazin vî kevneşopiyê bidomînin. Berê ev bi çaxên sor dihatin çêkirin. Lê inha teknolojî pêş ketiye. Makîneyên heman tiştî çêdikin hatin çêkirin."
ÊN KU DIZANIN JÊNAGERIN
Harman anî ziman ku êdî mirov li şûna dergûşan, karyolayan dikirin lê kesên ku van dergûşan dizanin ji vî venagerin û wiha dibêje: "Beriya 100 salan jî ev dergûş li vê derê hatin bikaranîn. Ji bo zarokên niha jî tê bikaranînin. Ev karyolayên ku ez dibêjim datînin aliyeki lê ji ber ku danîna wî zehmet e nikarin rakin daynin cihekî. Lê ev hem ji texteyê hatiye çêkirin, hem bi tendurîstî ye û hem jî sivîk e ji ber vê yekê jî kû derê bixwazî dikarî bibî daynî."
Ev dergûşên ku bêhtir li gundên Şirnex, Sîlopî û yên derûdorê tên tercîhkirin bi 50 TL tên firotin.