Yên ruyê tavê dîtin berhê xwe dan perava Gola Wanê

WAN - Li Wanê ku îsal demsala zivistanê bandora xwe zû xuya kir, piştî tavê ruyê xwe nîşan da, kesên firsend dît, berê xwe dan Peravê Golava Wanê.

Li Wanê îsal zivistanê zû bandora xwe nîşan da. Piştî hewaya sar welatiyên ku ji sermayê direvin berê xwe didin tavê. Li Wanê ku hewaya sar zû bandora xwe nîşan da, germa tavê ji bo welatiyan gelek şêrîn hat. Piştî demek dirêj tavê ruyê xwe nîşan neda û îro tav derket, welatiyên Wanê ku ruyê tavê dîtin berê xwe dan Peravê Gola WAnê. Welatiyên ku berê xwe dan perava Gola Wanê dîmenên rengîn ava kirin. Welatiyan li pî peravê golê wêne kişandin û tama tavê derxistin. Dîsa gelek welatî jî derketin ser Keleha Wanê û tama tavê derxistin.