COLEMÊRG - Li Colemerga ku her diçe hewa sar dibe, welatî bi firsenda rojên tavî yên dawî yên payîzê tevdigerin. Hin ji wan li çiyê êzingan berhev dikin, hin ji wan ji bo mêşên xwe qulûbeyan çêdikin, hin ji wan jî bêyî li benda biharê bimînin, darên xwe ji niha ve dikesixînin.
Colemêrgî ji bo zivistana dijwar, di rojên tavî yên dawî yên payîzê de amadekariyên xe didomînin. Li bajarê ku her diçe hewa sartir dibe, ji welatiyan hin jê li çiyê êzingan berhev dikin, hin ji wan ji bo neqefilin ji bo mêşên xwe qulûbeyan çêdikin, hin ji wan jî ji bo ji ber berfê neşikên, bêyî li benda biharê bimînin ji niha ve darên xwe dikesixînin.
JI BO NEŞIKÊN TÊN KESIXANDIN
Li Taxa Merzanê welatiyê bi navê Alî Mehmedoglû roja tavî wek firsend dîtiye û bi bîr dixe ku, sala çûyîn berf zû bariyaye û ji ber berfê darên wî yên fêkiyan xesar dîtine û dibêje, kesixandina ku diviya di biharê de bê kirin, wî ji niha ve dest pê kiriye. Mehmedoglû dibêje, ew ji bo barê daran giran nebe wan dikesixîne.
ÊZING LI ÇIYÊ TÊN BERHEVKIRIN
Ji nişteciha gundê Dêrê Emîne Olmez, çiloyên bi pel yên ji bo bizinan hatine jêkirin dike hezaz. Olmez tîne ziman ku, 14 zarokên wê hene û dibêje, bi vî awayî barê wê budçeya ji bo komir û êzingan hatiye veqetandin sivik dike. Ji gundê Derava Seyada Abdulkadîr Çîçek jî, êzing û çiloyên li qada daristanî berhev kiriye, bi ereboka destan aniye ser rêya Colemêrg-Çelê û ji vir bi wesayîtê dibe gundê xwe.
JI BO MÊŞAN QULÛBE
Ji gundê Dêrê Îhsan Olmez jî, ji bo di zivistanê de mêşên wî xwe lê bihêwirînin, ji bo wan qulûbeyê çêdike. Olmez diyar dike ku, ji ber qedexeyan ew nikarin ji gund derkevin û wiha dibêje:"Gund û zozanên me hene, lê em nikarin biçin. Li gundê me yî li Geliyê Zapê hewayeke zaf xweş heye. Zivistanê carinan qet berf nabare. Hewa nerm e. Li herêma Colemêrgê gelek cotkar zivistanê mêşên xwe tînin vê herêmê. Ez jî zivistanê ji bo mêşên min bihêwirin, qulûbeyekê çêdikim û pişt re em ê mêşên xwe dubare bibin herêmên neqedexekirî."