WAN - Li navçeya Erdîşa Wanê ji 51 kesên di 17’ê Mijdarê de hatin binçavkirin 32 kes hatin girtin.
Li navçeya Erdîşa Wanê di 17’ê Mijdarê de 51 kesên ku di nava wan de rêvebirên HDP û DBP’ê jî hene hatin binçavkirin. Piştî îfadeya 51 kesan li Midûryeta Polîsan a Erdîşê bi dawî bûn duh di saetên şeve de sewqî dadgehê hatin kirin û 19 kesên ku îfadeyên wan ê li dadehê bi dawî bûn hatin berdan. 32 kesên din ên bi îdîayên “endamên rêxistinê ne” û “alîkarî dane rêxistinê” sewqî dadgehê hatin kirin hatin girtin û şandin girtîgehê.
Li aliye din di 17’ê Mijdarê de Serokê Daîreya Tendirûstiyêyê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Yilmaz Berkî hatibû binçavkirin û piştî 12 rojan duh hat berdan.