MÊRDÎN - Li Mêrdînê piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin Banka Zexîreyan a girêdayî şaredariyê kîlît kirin.
Qeyûmê tayînî şaredariyan tên girtin berî her tiştî saziyên xizmeta civakî yên di bin baneyê şaredariyê de kar dikin kîlît dikin. Heta niha piştî qeyûm tayinî şaredariyên DBP'ê hatin kirin, gelek saziyên jinê, saziyên çandê, saziyên aboriyê yên di bin baneyên şaredariyê de xizmetê didin civakê hatin kîlîtkirin û mohrkirin. Li Mêrdînê jî piştî Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kiri, xebata wî ya ewil girtina Banka Zexîreyen bû. Qeyûma Şaredariya Mêrdînê, Banka Zexîreyan a di bin Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de xizmetê dide welatiyên xizan kîlit kir. Şaredariyê ji bo alîkariyê bide welatiyên xizan û welatiyên Nisêbînê yên xanî û taxên wan hatin xerakirin Banka Zexîreyan ava kiribû û alîkari dida 400 malbatan. Piştî Banka Zexîyeran hat girtin 400 malbat ji xizmeta civaki û zexîreyan bêpar hatin hiştin. Malbatan her meh bi buhayê 150 TL alîkarî ji bankayê digirtin.
Qeyûmê li aliyêdin Serhekima Nexweşxaneya Zarokan û Welidîna Jinê ya Mêrdînê Mehtap Bingol tayînî Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê kir.