Li Colemêrgê berf heliya, çandinî dest pê kir

COLEMÊRG - Li Colemêrgê, piştî ku berf heliya cotkaran berê xwe da nav erdan. Gundiyên ku cotên xwe kirin, ji aliyekî ve kevirên nav erdan paqij dikin û eşêfiya nebatên ziyandar dikin, li aliyê din jî berên wek garis, firingî, îsot, fasûle û hwd. datînin.

Li Colemêrgê piştî zivistaneke dûv û dirêj, cotkaran xwe berda nav erd û zeviyên xwe. Gundî kevirên ku li nav erdên wan in radikin û eşêfiya nebatên ziyandar dikin. Piştî vê eşêfiyê jî berên wek garis, firingî, xiyar, îsot û fasûleyan datînin.

SAETA WÊ 80 LÎRE YE

Cotkar Bekir Yigit ê ji gundê Kêrîserê ye, anî ziman ku wî ji bo cotkirina erd motor kirêkiriye û serê saetê 80 lîreyî dide. Yigit, diyar kir ku di vê demsalê de ji bilî karê çandiniyê ew bi tu karên din re bilî nabin.

Kerem Yigit ê ku li pişt motorê kevirên di dema cotkirinê de dertên berhev dike jî wiha got: "Em ê li vir firingî, fasûle, xiyar û îsotan deyînin. Em ê havînê tenê ji bo pêdiviyên malbatê bixebitin." Yigit, da zanîn ku ji ber berf û barana îsal zêde bûye wan dereng dest bi çandiniyê kiriye û wiha axivî: "Berê bav û kalên me, bi heywanan ev erd cot dikirin. Lê niha em bi motorê cot dikin. Me bi ga roj û danekî ev kar dikir, lê niha em bi motorê di saetekê de diqedînin. Di warê demê de avantaja wê heye, lê zêde buha ye."

‘MAZOT PIR BUHA YE'

Mustafa Durgun ê ku tevî motora xwe gund bi gund digere û erdan cot dike, dest nîşan kir ku buhayê mazotê zaf zêde ye. Durgun wiha axivî: "Berê hema bêje li hemû gundan genim, nefel û garis dihatin çandin. Lê niha şert û merc zehmet bûne. Ji ber vê jî gundî tenê berên ku dê tenê havînan wan bixwin datînin. Li vir saetê bi 80 lîreyî dixebitim, lê belê buhayê mazot û rûn zaf zêde ye. Ji ber perçeyên motorê zêde buha ne, bi zorê em debara xwe dikin."

Hamza Gunduz - dihaber