Doza rojnameger Oruç taloqî 8'ê Adarê hat kirin

ŞIRNEX - Doza nûçegahinê DÎHA'ê Nedîm Oruç ku 5'ê çileyê li Silopiyê hatibû girtin û piştre hat berdan taloqî 8'ê Adara 2017'an hat kirin.

Nûçegahinê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Nedîm Oruç ku di 5'ê çileyê de li navçeya Silopiya Şirnexê hatibû girtin û 10'ê hezîranê ji GirtîgehaTîpa T a Şirnexê hatibû berdan di rûniştina 3'emîn a doza li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hat dîtin de derket pêşberî dadger. Di dozê de pirsên derbarê îfadeyên şahidê nepen ku piştre li dosyayê hatibûn zêdekirin ji Oruç hatin pirsîn. Her wiha nûçeyên ku Oruç di qedexeya derketina derve ya li Silopiyê de çêkirine jî carek din jê hatin pirsîn.

Li ser îfadeya şahidê nepen ku gotiye, "Oruç endamê KURDÎ-DER'ê ye û navê wî di lîsteya meclîsa bajar a Silopiyê de heye" Oruç da zanin ku tu eleqeya wî bi meclîsa bajar re tuneye lê ew endamê Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Silopiyê ye.

Piştî parastina parêzerê Oruç dadgehê doz taloqî 8'ê Adara 2017'an kir.