HATAY - Warê baweriyan a gelan Habîbî Neccar ku bi nexşe û mîmariya xwe ya dîrokî û çandî balê dikişîne ser xwe gelê Hatayê hembêz dike. Warê dîrokî Habibi Neccar li gel hemû hilweşînê dîsa dibe qada ziyaretê.
Bajarê Hatayê ku bi warê dîrokî û çandî yek ji bajarê herî dewlemend ê Cîhanê ye, bi warên dîrokî yên ji serdema Roma maye balê dikişîne ser xwe. Yek ji warên dîrokî û çandî Mizgefta Habibi Neccar e. Mizgeft warê hevpar ê baweriyan e û hemû gelan hembêz dike. Piştî Mîladê di sedsala 7'emîn de li Antakyayê hatiye avakirin. Tê gotin ku piştî Hawariyê Hz. Îsa Pavlos (Yunus) û Yuhanna (Yahya) dema ji bo olê Xirîstiyaniyê belav bikin ji Kudusê dihatin Anatoliyê li Antakya hatin kuştin û ev warê dîrokî û baweriyê wekî dêr li ser gora wan hatiye avakirin. Tê zanîn ku dêr navê xwe ji Naccar ê li Çiyayê Toroslarê tekblîgata xirîstiyaniyê ji Yuhanna û Pavlos wergirtiye û qebûl kiriye serê wî hatiye jêkirin girtiye. Warê dîrokî ku 3 qad di bin erdê de ye bi mîmarî û nexşeyên dîrokî balê dikişîne ser xwe. Ev warê dîrokî, bawerî û çandî ji ber warê baweriyên hevpar e hemû gelên herêma Hatayê hembêz dike. Dêra ku piştî serdema Osmaniyan wekî mizgeft hat guhertin, niha dibe qada ziyaretan. Welatiyê bi navê Mehmet Çay, diyar kir ku ji çar aliyên cîhanê bi hezaran welatî tên vir ziyaret dikin û diçin. Çay anî ziman ku hem warê baweriya xirîstiyanan û hem jî warê baweriya olê îslamê ye û ji ber vê yekê hem xirîstiyan û hem jî misliman tên vir ziyaret dikin.