WAN - Ji ber barîna berfê, firton û firtoneya berfê riya bejahî ya Wan-Bahçesaray hatibû giritn û niha li ser yek xetê ji çûn û hatinê re hat vekirin.
Riya Wan-Bahçesaray ku beriya 4 rojan ji ber barîna berfê, firton û firtoneya berfê hatibû girtin ji çûn û hatinê re hat vekirin. Komên Riyabejahiyê ku li cihê aşût ketine xebatên paqijkirinê didomînin, din ava hefteya bihûrî de ji ber barîna berfê, firtoneyê riya berê 4 rojan hatibû girtin niha li ser yek xetê hat vekirin. Li herêmên ku xebat didomin komên paqijiyê duh di dema xebatê de makîneya kar a ku di bin aşûtê de mabû derxistin û xebatên xwe berdewam dikin.