ENQERE -Nûnerên rêxistinên jinan têkîldarî pêşnûmeya îstismara zayendî bi parlamenterên HDP'ê re hevdîtin pêk anîn.
Platforma Jinê ya Edeneyê, Kolektîfa Femînîst a Enqereyê, Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin, Kampus Cadilari, Halkevlerî, Egîtîm Sen, Meclîsa Jinê ya HDP'ê, Meclîsa Jinê ya HDK'ê ên ku beşdarî civîna koma HDP'ê bûn, piştî civînê çûn serdana Koma HDP'ê. Nûnerên rêxistinên jinan ji aliyê parlamenterên jin ên HDP'ê Burcu Çelîk Ozkan, Çaglar Demîrel, Dîlek Ocalan, Feleknas Uca, Meral Daniş Beştaş û Sîbel Yîgîtalp ve hatin pêşwazîkirin. Di civîna ku qasî saetekî berdewam kir de jinan diyar kirin ku li dijî pêşnûmeya ku hikûmetê amade kiriye bi hevre têbikoşin û heta ku pêşnûme bi temamî paşve bêkişandin li ber xwe bidin.