Dê jinên semsûrî bibêjin 'Na'

SEMSÛR- Rêveber û endamên Komeleya Jiyanê ya Jinê ya bi KHK'ê hat girtin, ji bo qanûneke bingehîn a hîn bêtir piralî, hîn bêtir azadiyan di xwe de dihebîne û demokratîktir ji bo referandûmê amadekariyên "Na"yê dikin.

Rêveber û endamên Komeleya Jiyanê ya Jinê ya di 22'yê Mijdara 2016'an de li Semsûrê bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hat girtin, ji bo referandûma dê di 16'ê Nîsanê de bê kirin amadekariyên "Na"yê dikin. Seroka Komeleyê Suna Ateş, anî ziman ku komeleyên hatin girtin, komeleyên muxalif û parêzvaniya aştî, demokrasî û wekheviyê dikirin û dest nîşan kir ku ew ê li dijî rêveberiya yekzilamî di referandûmê de dengê "Na"yê bilidtir bikin.

DÊ JIN BÊDENG NEMÎNIN

Ateş, anî ziman ku bi hilbijartinên 1'ê Mijdarê welat ber bi aloziyekê ve birine û herî dawî bi hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê re welat ketiye korerêyekê û got, hikûmeta AKP'ê vê veguherandiye firsetekê û bi guherandina Qanûna Bingehîn rejîma yekzilamî ferz dike. Ateş, diyar kir ku ji bo hikûmet guherandina Qanûna Bingehîn derbas bike piştî hewldana derbeyê bi KHK'yan hewl daye hemû derdorên muxalif bêdeng bike û wiha domand: "Bi taybetî pêşî fealiyetên komeeyên dengê jinan radigihînin hatin rawestandin. Helbet em ê bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin. Dê ev nikaribe dengê me bitepisîne. Heke baş lê bê nihêrîn komeleyên hatine girtin hemû komeleyên muxalif in, yên parêzvaniya aştî, demokrasî û azadiyê dikin bi xwe ne. Lê belê, em dizanin gelek komele û weqfên îstimara zarokan dikin, îstismarê tesdîq dikin hîn jî fealiyetên xwe dimeşînin."

DÊ BIBÊJIN 'NA'

Ateş got, dê tu komle û tu jin vê rejîma yekzilamî ya bi guherandina Qanûna Bingehîn tê ferzkirin qebûl neke. Ateş, dest nîşan kir ku ew wek jinan ranewestiyane û têdikoşin û wiha fomand: "Em li dijî vê ne ku, hemû rayeyên li welatekî demokratîk têkevin destî yekkesî. Dema têkeve destê kesekî, dê ew kesê fkrên xwe empozeyî civakê bike. Dê hemû derdorên muxalif yên li dijî fikrên wîne bitepisîne. Em di pratîka wan a 14 salan de fikra wan dizanin. Ji ber vê şik û guman in me hene." Ateş, diyar kir ku ew ê destkeftiyên xwe yên bi bedêlan bi dest xistine radestî yekzilamî nekin û ji ber vê ew ê bibêjin "Na".

'JI JINAN DITIRSIN'

Endama Lijneya Rêveberiya Komeleyê Semra Karadag jî diyar kir ku, ji bo ew pirgirêkên jinan çareser bikin wan li Semsûrê komele vekiribû û dest nîşan kir ku, riya azadiya jinan bi rêxistinbûyînê pêkan e. Karadag, anî ziman ku baweriya wan ew e ku civaka azad bi civaka rêxistinbûyî pêkan e û wiha axivî: "Hinceta têkoşîna me ev e. Ji dîrokê ve ye ku îktîdar her ji civakên rêxistinbûyî, bi taybetî jî ji jinên rêxistinbûyî ditirsin. Di roja me ya îroyîn de jî tirsa îktîdara AKP'ê jî civaka rêxistinbûyî, bi taybetî jî jinên rêxistinbûyî ne. Ji ber vê komeleya me hatiye girtine. Lê belê, qefilandina deriyê komleya me nayê wateya ku em ê netêkoşin. Em ê di pêvajoyên pêş de jî tiştê bikeve ser milê me bikin û ji bo di referandûmê de 'Na' derkeve em ê biêtkoşin."

'NE TEKPARÊZ, LÊ EM QANÛNEKE BINGEHÎN A DEMOKRATÎK DIXWAZIN'

Karadag, diyar kir ku ew ji berê ve her diparêzin ku divê Qanûna Bingehîn bê guherandin, lê guherandina hatiye kirin dê pirsgirêkên civakê çareser neke û wiha domand: "Guherandina hatiye kirin dîsa tekparêz e, dîsa cih nade cudahiyan, dîsa cih nade jinê, tenê ji bo pêşeroja hinekan biparêze hatiye kirin. Ji ber vê, em li gel qanûneke bingehîn a hîn bêtir piralî, hîn bêtir azadiyan di xwe de dihebîne û demokratîktir in. Ji ber vê em wek jinan di referandûmê de bibêjin 'Na'."