Jinan li Dersimê starta 8'ê Adarê dan

DERSIM - Platforma Jinan a Dersimê bi şîara “Ji bo Qanûnek Bingehîn a Demokratik, Welatekî Aştiyane û Edaletek rastîn ji OHAL’ê re Na" starta xebatên pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê da.

Platforma Jinan a Dersimê li şaxa Egîtîm Sen'ê ya Dersimê bi şîara “Ji bo Qanûnek Bingehîn a Demokratik, Welatekî Aştiyane û Edaletek rastîn ji OHAL’ê re Na" civîna çapemeniyê pêk anî û starta xebatên pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê da. Di civînê de endamên Platforma Jinan amade bûn. Li ser navê Platformê Endama Meclîsa Şaredariyê ya Dersimê Derman Tekin Taranci, diyar kir ku di serdema hikûmeta Ak Partiyê de tundiya li dijî jinan derket asta herî jor û di serdema KAP'ê de tundî zêdetir bûne. Taranci, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê fermanê dide jinan ku çend zarokan çêke û wiha got: "Li gorî daneyan di serdema AKP'ê de kuştina jinan ji sedî hezar û 400 zêde bûye. Di meha çile ya 2017’an de 37 jin hatin kuştin. 34 zarok rastî îstîsmarê hatin. 14 jin rastî îstîsmara zayendî hatin. Li cihê îstîsmar zêde dibe li wir tundiya li ser jinê jî zêde dibe."

Taranci, anî ziman ku tenê sedema zext, tundî û êrîşên li ser vîna jinê guhertinên qanûnên ku bi destê îktidarê pêk tê ye û wiha got: "Di van guhertina qanûnan de hişmendiya zilam serdest e. Di axaftinên li kursiyê meclîsê de li van zagonan xwedî derketine. Ji ber vê yekê em ji hiymendiya zilam re dibêjin Na. Em ji hişmendiya ku dibêjin "Di wê saetê de çi karê wê li derve heye? û zilamê tecawizkar diparêze re dibêjin Na. Qanûna ku îro tê guhertin ne demokratîk û adîl e. Ji be dixwazin ku em teslîmî rojên tarî bibin. Lê em vê teslîmiyetê qebûl nakin. Em ji siberoja tarî re dibêjin "Na" Ji bo zarokên me di şerê tarî de neyên kuştin em dibêjin "Na" Ji bo em di nava aştiyê de bijîn em dibêjin "Na". Li dijî îstîsmara li ser jinan, îstîsmara li dijî LGBTİ'yan û polîtîkayên zayendiparêz re em dibêjin "Na" .

Bila neyê ji bîr kirin ku Dersimê ji 38’an heta niha bi ruhê têkoşîn û berxwedanê di ber xwe daye. Ew ruhê berxwedana 38'an bi me jinan didome. Hikûmeta AKP'ê OHAL a îlan kiriye ji bo xwe dike wekî amûr û mertal. Em jin qebûl nakin ku 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di roja reş de pêşwazî bikin. 8'ê Adarê ji her demê bêtir bi qîmet û wate ye. Em dê bi ruhê têkoşîna 38'an li dijî OHAL, darbeyan û yek zilamtiyê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em dê li dijî rejîma zilmê û yek zilamtiyêbi şîara “Ji bo Qanûnek Bingehîn a Demokratik, Welatekî Aştiyane û Edaletek rastîn ji OHAL’ê re Na" 8'ê Adarê pîroz bikin û ji niha de em starta wê didin.