TJA: Mîtîngên Amed û Êlihê di 8'ê Adarê de ye

AMED - Dîroka mîtîngên 8'ê Adarê ya Amed û Êlihê hatin guhertin.

Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyand ku di bernameya 8'ê Adarê ya Roja Jinên Cihanê ya Amed û Êlihê de guhertin çêbû. TJA'yê daxuyand ku mîtîngên ku bi şîara "Dê bi berxwedana jinê ve azadî bi serkeve" yên bên lidarxistin li Êlihê 4'ê Adarê, Amed jî wekî 5'ê Adarê hatibûn diyarkirin lê di bernameyê de guhertin çêbû û mîtîng dê di 8'ê Adarê de bên lidarxistin.