AMED - Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fîkriye Aytîn, diyar kir ku KJA di qada cîhanê de bûye marka û wiha got: "Yên ji hêza jinê ditirsin KJA girtin. Em biryara girtinê nas nakin. Em dê xebatên xwe bi hêrsek mezin berdewam bikin."
Jinên kurd ku bi Tevgera Jinên Azad û Demokratik (DOKH) dest bi xebatan kir, piştî DOKH fesih kirin, di sala 2015'an de têkoşîna xwe di bin baneyê Kongreya Jinên Azad (KJA) de berdewam kir. KJA ku bi fikra kengî jinan dîrok nivîsand dê Heqîqet derkeve holê ketin rê û xebatên xwe li ser vê fikrê meşand. KJA li ser pirsgirêkên jin, aborî, siyasî, civakî, rêxistinî lêkolîn kir û li çareseriya wan geriya. KJA, di qada diplomasiyê de jî gavên girîng avêtin û îmzeya xwe avêt bin xebatên girîng. KJA bû dengê jinên bindest, jinên rastî tundiyê tên, bêdeng tên hiştin û jinên bi berxwedana xwe dîrok nivîsand. Bû sembola berxwedana jinê.
Yek ji xebatên KJA’yê ya herî mezin, têkoşîna bi hişmendiya mêr a serdest ku xebatên jinê asteng dike re bû. KJA'yê jinên kurd û jinên cîhanê di bin baneyekî de anî cem hev. Her çend gelek xebatên KJA yê hatin astengkirin û endamê wê bû hedef jî dîsa xebatên xwe berdewam kir. Herî dawî berdevka demê ya KJA Ayla Akat Ata û ku binçavkirina Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê şermezar dikir hat binçavkirin û girtin. KJA, herî dawî tevî 370 komeleyên ku bi fermana Wezîrê Karên Hindir hat girtin, tevî gelek saziyên jinan hat girtin.
‘BIRYAR NE TESADUFÎ YE'
Endama KJA’yê Fîkriye Aytin, girtina KJA'yê ku di cîhanê de bûye marka û sembol nirxand. Aytin, diyar kir ku girtina KJA'yê ne tesadufî ye dixwazin bi vê girtinê xebat û têkoşîna wan asteng bikin. Aytin, anî ziman ku 40 sal kok û kevneşopiya têkoşîna wan heye û wiha got: "Piştî rêxistina me bû kongre di bin baneyê KJA'yê de gelek saziyên jinan cih girtin. Di her qadê de têkoşîna jinê da. Gelek saziyên jinê ku têkoşîna parastina mafê jinê dide cih girt."
‘JI BER NEKARÎBÛN TÊKOŞÎNA ME ASTENG BIKIN GIRTIN
Aytin, destnîşan kir ku KJA yekser bi pirsgirêkê jinê eleqeder bû û di qada navneteweyî de xebatên diplomasiyê meşand û wiha berdewam kir: “Gelek xebatên girîng ên KJA’yê hebûn. Girtin ne tesadufî ye. Hikûmeta niha armanc dike ku xebatên jinê asteng bike. Ji ber ku nekaribû xebatê jina kurd asteng bike dest bi girtina saziya me kirin. Bi vê yekê xwestin xebatan rawestînin û jinan derixin dervê têkoşînê. Têkoşîna me ne tenê bi hişmendiya ku saziya me û saziyên jinan girtiye re bi hişmendiyên din re jî ye. Dema me nû dest bi têkoşînê kir saziyên me tune bûn. Me bê sazî jî têkoşîn meşand. Niha saziya me hat girtin, lê em dê ji berê betîr têkoşina xwe bimeşînin. Em dê bi hêrsek mezintir xebatên xwe bimeşînin.
‘KJA DI QADA CÎHANÊ DE DENG VEDA'
Aytîn, da zanîn ku li gel hemû astengiyan di qada neteweyî û navneteweyî de bê hêjmar bi jinanên cîhanê re hevdîtin kir. Di qada dîplomasî û rêxistinî de bê hêjmar civîn pêk anîn. Ji ber ku pergal ji hêza jinê tirsiya saziya me girt. Rayedarên dewletê bi xwe digotin ji bo di şer de bi ser bikevin divê beriî her tiştî xebatên jina kurd asteng bikin. Xwestin bi jina kurd gavan bidin paşavêtin. Îro dixwazin jina kurd asteng bikin. Lê dê nikaribin bi ser bikevin. Em dê di her qadê de ji her demê bêtir xebatên xwe mezintir û xurttir bikin."