Bi tena serê xwe destpê kir niha kursê dide jinan

WAN - Li Wanê, Faize Gerçekli ya têkildarî karê dirûnê projeyek amade kir û piştî projeya wê hat qebûlkirin dikan vekir, niha li heman dikanê kursê dide 25 jinan.

Li Kevenlî TOKÎ ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, Faize Gerçekli (38) a bi vekirina dikana dirûtinê azadiya xwe ya aborî bi dest xist, niha li heman dikanê perwerdehiya pîşeyî dide jinan. Piştî projeya amade kir hat qebûlkirin, Gerçekli li avahiyeke TOKÎ'yê dikanek vekir û niha li heman dikanê kursê dide 25 jinan. Gerçekli ya li Komeleya Jinê ya Wanê (VAKAD) a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin dest bi akr kiribû, anî ziman ku piştî ew bû şahidê têkoşîna jinan, jiyana wê bi temamî guheriye.

‘PITIKEKE MIN A 6 MEHÎ HEBÛ, LÊ DÎSA JÎ XEBITÎM'

Gerçekli, anî ziman ku li gel her tiştî dikana wê ji bo jinan qadeke civakiyî û piştevaniyê ye jî û wiha axivî: "Pêşî jinên li VAKAD'ê pêşniyar kirin ku ez li navenda zarokan bixebitim. Min jî qebûl kir. Ez bi her tiştê navenda zarokan re eleqedar dibûm. Her çi qas gotin em ê heqdesteke hindik jî bidin, min xwe pêşniyar kir. Pitikeke min a 6 mehî hebû, min wê jî bi xwe re dibir navenda zarokan. Dema dixebitîm, min pêşî wê dixist xew û paşê min karên xwe dikir."

‘MIN HER ROJ TÊKOŞÎNA BI DEHAN JINÎ DÎT'

Gerçekli, got piştî projeya wê hat qebûlkirin wê biryara mezinkirina kar daye û wiha domand: "Piştî çend mehan li wir xebitîm, dîsa di çarçoveya pêşnûmaya jinên VAKAD'ê de min wek muteşebîs girtin. Dema di sala 2015'an de ev pêşnûma derket, min jî pêşnûmaya xwe amade kir. min pêşnûma şand û hat qebûlkirin. Piştî perwerdehiyekê, min ji KOSGEB'ê dîplomaya xwe wergirt û li vê avahiyê min dikana xwe vekir. Min hem vî karî bi rê ve dibir, hem li VAKAD'ê dixebitîm. Helbet xebata li VAKAD'ê bawerî da min. Her roj bûm şahidê têkoşîna bi dehan jînî û ev zêde bin guherand."

‘EV DER CIHÊ CIVAKÎBÛNA JINA YE'

Gerçekli, anî ziman ku li dikana wê bi tena serê xwe vekiriye kursê dide 25 jinan û wiha got: "Pêşî bi xwe ne bawer bûm. her ku ew bawerî çêbû, niha îjar baweriyê didim jinên li qursê. Helbet jinên tên rewşa wan a aborî têra malzeme û cawan nake. Pirî caran ez xwe û jinên hêzdar mînak didim, da bi xwe bawer bin. Jin tevî zarokên xwe tên vir. Hem li wna dinihêrin hem jî dixebitin. Dema ez cara ewil ji gund hatim vir, bi xwe nebawer bûm, het sûkê jî nediçûm. Bi asta niha lê me min diheyirîne."

Gerçekli, diyar kir ku bi taybetî ew dirûtina kincan hînî jinan dike û wiha axivî: "A rast ev der bi hêleke xwe qada civakîbûyîna jinan e. Derd, hedef û xeyalên hemûyan dişibin hev. Dema em aciz dibin distrên, her kes tevlî dibê. Di dema çayê de yek radibe dilîze, em dikenin. Di destê jinên li vir pere tune ye, lê ezma wan heye. Tiştekî biçûk jî baş bi kar tînin. Ji bo jinên ciwan ên tên qursê pêşnûma û xeyalên min hene. Dixwazim piştî vê de rê ew dîplomaya xwe bigirin û kargehekê vebikin."

Nîmet Olmez - dîhaber