MANÎSA - Jinên manîsayî, yên dê ji pergala serokatdewletiyê re bibêjin "Na", straneke Anatolyaya Navîn li gor kampanyayê li hev anîn û gotin, hişmendiyeke kolektîf ji yek hişmendiyê rasteqîntir e.
Rêxistinên jinan ên li Manîsayê, referandûma guherandina Qanûna Bingehîn û pergala serokatiyê nirxandin. Berdevka Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin Semiha Hasgor, got li Tirkiyeyê her diçe cinayet û îstismarkirina jinan zêde dibin û dest nîşan kir ku dê pergala serokatiyê ji bo vê rewşê tu çareseriyê neyîne.
Hasgor wiha axivî: "Cinayetên jinan her diçe zêde dibin. Nayên rawestandin. Li gel vê îstismarkirina zarokan jî bi heman awayî zêde dibe. Ji bo rawestandina cinayetên jinan û îstismarkirina zarokan diviya qanûna bihatanan çêkirin, lê bereksê vê ji bo serokatiyê lezgîniyek heye, em vê fam nakin. Divê pêşî rê li ber vana bên girtin. Riya vê jî ne bi pergala serokatiyê ye."
'EM HEMÛ JINAN VEDIXWÎNIN 'NA'YÊ'
Hasgor, anî ziman ku ew ê wek jinên manîsayî di referandûma 16'ê Nîsanê de dengê "Na"yê bi kar bînin û wiha axivî: "Ji bo em biryarên xwe bidin, ji bo em xwedî li terhê jiyana xwe û mafên xwe derkevin û ji bo mafên di dest xwe de biparêzin em ê bibêjin 'Na'." Hasgor, xebatên ew têkildarî referandûmê dikin jî vegotin û wiha domand: "Em tevî partiyên siyasî û platformên jinan li qadê xebatan dikin. Em rû bi rû bi jinan re hevdîtinan çêdikin. EM sedemên 'Na'yê vedibêjin. Em lis er civaka medyayî jî bi hin dîtbariyan vê dikin. Em hemû jinên li Manîsayê vedixwînin 'Na'yê."
'DÊ XESPKIRINA MAFÊN JINAN ZÊDE BIBE'
Ji jinên HDP'î Suna Tunç jî got, heke pergala serokatiyê bê dê xespkirina mafên jinan zêde bibe û wiha axivî: "Hikûmeta îroyîn têkildarî jinan tu tiştî nake Heke pergala serokatiyê bê, dê di warê mafên jinan de tu pêşketin çênebin. Dema mirov îro lê dinihêre her roj jin dimirin. Kîjan rayedar têkildarî cinayetên jinan û xespkirina mafên wan daxuyaniyê dide. Ji ber vê dê bi pergala serokatiyê di warê mafên jinan de tu pêşketin çênebin."
HIŞMENDIYEKE KOLEKTÎF JI YEK HIŞMENDIYÊ ÇÊTIR E'
Tunç, diyar kir ku divê jin di referandûmê de dengê "Na"yê bi kar bînin û wiha dest nîşan kir: "Em wisa difikirin ku hişmendiya kolektîf ji yek hişmendiyê rasteqîntir e. Divê jin li dijî vê rawestin da vîna nekeve destê yekkesî. Guman herî mezin a jinan endîşeya pêşerojê ye. Niha jin rastî xespkirina mafan tên, heke hêz têkeve destê yezilamî dê ev zêdetir bibe. Dê di her warî de têkildarî jinan paşveçûyînek çêbibe, ji ber vê dibê di referandûmêd e jin bibêjin 'Na'. Divê di vî warî de jin bi kampanyeyekê bia wyaekî cidî rêxistinbûyîna xwe çêbikin û hêzdar bibin. Divê jin vê ji bo jiyana xwe mafên xwe biparêzin."
STRANA 'NA'YÊ
Li gel vê, jinên manîsayî ji bo pêvajoya referandûmê bi rê ve bibin straneke "Na"yê amade kirin. Jinan straneke Anatolyaya Navîn a "Pinar başi burma burma" li gor kmpanyayê li hev anîn.