MANÎSA - Li Somayê her çi qas di ser facîaya cinayeta kar a 301 karker jiyana xwe ji dest dan 3 sal derbas bûn jî, hîn jî êşa malbatan wek roja ewil e. Hevjînên kesên di madenê de jiyana xwe ji dest dan wiha gotin: "Yên çûn çûn, yên mayî jî êşa wan naqede."
Li navçeya Soma ya Manîsayê, her çi qas di ser cinayeta kar a 301 karker jiyana xwe ji dest dan 3 sal derbas bûbin jî, êş û azara malbatan wek roja ewil e. Piştî cinayeta li madenê, ji ber çewisandinên civak û malbatê zêdeyî 200 jin ji neçarî dubare zewicîn. Ji van jinan hin jê ji ber pêkûtiyan dubare biryara devjêberdanê dan û hin jê jî ji neçarî terkî çarenûsa xwe hatin kirin.
‘TU TIŞT NEGUHERIYE'
Derya Girgin a di madenê de hevjînê wê Muhammet Girgin jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku hevjînê wê 5 salan di madenê de xebitiye û dema jiyana xwe ji dest da 8 mehên wan bû ku zewicîbûn. Girgin, got hevjînê wê pir zehmetî û kaêmasiyên li madenê ji wê re nedigotin û anî ziman ku, dema wê israr dikir bi awayekî sûkî tiştên li madenê jê re digotin. Girgin, got tişta li madenê qewimî cinayeta kar e û wiha domand: "Beriya hevjînê bimire, ji bavê xwe re gotibû dibe li madenê hin tişt biqewimin û gelek karker jiyana xwe ji dest bidin. Tişta got jî çêbû û 301 kes ji canê xwe bûn. Niha jî bi qasî em dibihîsin, tenê di meaşan de hin sererastkirin hatine kirin û dawiya heftê 2 rojan betlane ye. Pereyan didin, lê îmana karkeran derdixin. Yanî pir titş neguherîne."
‘ÇEWISANDINA CIVAKÊ TIŞTEKÎ ZAF XERAB E'
Girgin, got piştî hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye bi demeke kurt zarokek wê çêbûye û wiha axivî: "Niha bi vî halê xwe hem dêtî û hem jî bavtiyê dikim. Carinan zaf zehmet e. Soma cihekî pir biçûk e, çewisandina civakê tiştekî zaf xerab e. Tu li çarşiyê rastî birazî/xwariziyê xwe tê yî, dibêjim gelo dê gotin bên kirin an na, ji ber vê pê re xeber nadim. Ev 3 sal e hevjînê min jiyana xwe ji dest daye. Xizmên min bêyî hevjînên xwe nayên mala min. Ew jî dizanin û em jî hay jê hene. Çewisandina civakê zêde ye."
Girgin, got wê û hevjînê xwe ji hev hez dikir û ew zewicîne, lê piştî hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye her tişt serobino bûye û wiha diyar kir: "Madî û manewî her tiştî dikim. Hemû bar li ser pişta me ma. Dema zarokê xwe datînim cem kal û pîrên wî jî mehcûb dibim. Li her derî barê me bû du qat. Ji ber tengasiyan xweşikî dor nehat ku em xemgîniya xwe ya manewî jî bijîn."
‘BARÊ HERÎ GIRAN LI SER PIŞTA JINA YE'
Gusum Çolak a got "Piştî komkujiya Somayê yên çûn ji xwe çûn, lê barê herî giran li ser pişta me jina ma" jî diyar kir ku, li Somayê bi dehan jinên hevjînên xwe windakirine, li kuçeyan jî nikarin bi rihetî bigerin û anî ziman ku, piştî komkujiyê dema jin diçin bazarê, çarşiyê û serdanên cîranên xwe tim rastî tacîza devkî tên. Çolak, diyar kir ku li Somayê rewşa jinan zaf zor e û wiha axivî: "Dema jin dertên derve, divê ji bo zarokên xwe tiştekî bikin. Bi rastî jî rewşa jinan zehmet e û divê ji bo tengasiyên li van deran xebatek bê kirin."
‘ZÊDEYÎ 200 JIN JI BER ÇEWISANDINÊN CIVAKÊ BIRYARA ZEWICANDINÊ DAN'
Çolak, diyar kir ku zêdeyî 200 jinên hevjînê xwe di madenê de winda kirin ji ber çewisandinên civakê neçar mane bizewicin û got, jinên dubare zewicîne gelek jê neçar man dîsa dev ji hevjînê xwe berdin. Çolak, diyar kir ku çewisandinên li ser jinan tenê ne yên mêran e û wiha got: "Di heman demê de çewisandina malbatê jî zêde ye, bi taybetî nahêlên zarokên wan derkevin derve. Dibêjin 'Heke tu derkevî derve dê bi çavekî xerab li te binihêrin' û ji ber vê jin hepsî nava çar dîwaran hatine kirin."
‘JINÊN BIXWAZIN BIXEBITIN JÎ NIKARIN BIXEBITIN'
Çolak, anî ziman ku dema jin ji bo sohbetê li cihekî rûdinên ji qahweyê hin kes wan tacîz dikin û dibêjin "Em ê vê jina madenvan çawa eyar bikin. Ka tu yê bi xebatê çi bikî." Çolak wiha domand: "A rast dewletê pereyekî zêde neda malbatên madenvanan. Yanî bîrbiriyeke ku wek ev pere dabin hevjînên kesên jiyana xwe ji dest dane heye. Gelek jin ji aliyê mêran ve tên nerihetkirin. Jinên dixwazin bixebitin hene, lê ji ber van çewisandinan nikarin bixebitin. Gelek jin rastî pêkûtiyan tên. Gelk jê li malên xwe bi tenê dijîn û hin kes tim wan li malên wan jî nerihet dikin. Hin kes vedixwin û tên ber deriyê jinan û sixêf û heqaretên nayên gotin dikin."
‘LI SER GORÊ JÎ TACÎZÊ DIKIn'
Çolak, anî ziman ku ji ber tacîzan jin bi rihetî nikarin serdana gorên hevjînê xwe jî bikin. Çolak, diyar kir ku dema li ser gorê jin tenê be tên tacîzkirin û wiha got: "Li vê Somayê mêr wisa adî ne ku li ser gorê jî bi devkî jinan tacîz dikin."
‘TENÊ NE JI BO KESÊN MIRIN EM JI BO JINAN JÎ DAXWAZA EDALETÊ DIKIN'
Çolak, got divê her jin ji xwe re jiyaneke nû ava bike û wiha domand: "Ji jinan yek jê dil daye yekî, xwestiye wî nas bike. Piştî nas kiriye nexwestiye, lê vê carê mêr tim wê nerihet dike. Tim peyaman dinivîsîne û sixêfên nayên gotin jê re dibêje. Meha Remezana borî ez çûm mala jineke din ji min re got, 'Xwişkê heke tu nehatanayî min ê deriyeê xwe venekirina.' Dema min jê pirsî got, 'Li deriyên min dan, gotin me fitir anîne. Gotin derî vekin, min venekir. Dema min di pacê de nihêrî bi dehamn mêr hebûn. Zaf tirsiyam. Min agahiya polîsna pê xist. Piştî polîs hatin belav bûn.' Dema em dibêjin edalet, em tenê ji bo yên mirî na, ji bo jinan jî dixwazin."
Erdogan Alayumat/Sakip Yaşar - dîhaber