Strana wan a yekemîn 'Na' ye

ÎZMÎR- Besteya yekemîn a koma muzîkî ya jinan ku di encama xebatên Atolyeya Muzîkê ya Praksîsê de hat avakirin, "Na" ye. Ji endamên komê Dilan Taşdemir, diyar kir ku îktîdar tim êrîşî jinan dike û ragihand ku ew ê ji îktîdareke wisa re nebêjin "Erê".

Besteya yekemîn a koma muzîkî ya jinan ku di encama xebatên Atolyeya Muzîkê ya Praksîsê de hat avakirin, "Na" ye. Kom ji 12 kesan pêk tê. Jinên di nav komê de cih digirin hin ji wan mamoste ne, hin ji wan jî xwendekar in. Endamên komê ji bo xebatên xwe heftê 3-4 rojan tên gel hev. Derbikjena komê Dilan Taşdemir, diyar kir ku kom mehke berê hatiye avakirin û diyar kir ku ew niha di pêvajoya referandûmê de ne û got, ew jî bi strana "Na"yê daxilî refrandûmê bûne.

Taşdemir, diyar kir ku di pêvajoya referandûmê de gelek sazî û dezgeh bi gel re tên gel hev û xebatên "Na"yê bir ê ve dibin û wiha axivî: "Hema bêje em hemû nû ne û me nû dest bi muzîkê kiriye. Diviya ji bo referandûmê gotineke me jî hebûya. Me jî straneke bi vî awayî çêkir. Yên di nav komê de tenê bi muzîkê re eleqedar nabin. Em bi awayekî şexsî di jiyana xwe de daxilî têkoşînê jî dibin. Gelek hunermend û mirov li seranseriya Tirkiyeyê kampanyaya 'ji bo Na'yê lê bide' dan destpêkirin. Wek kom me jî xwest em bibin perçeyekî vê kampanyayê û em hewl didin li Îzmîrê vê kampanyayê zeximtir bikin."

‘EM Ê JI ÎKTÎDARA KU HER TIŞTÎ JI ME RE DIBÊJE NEBÊJIN 'ERÊ''

Taşdemir, ragihand ku mirovên dibêjin "Na" tim rastî êrîşê tên û dest nîşan kir ku, 14 sal e îktîdareke ku ji wna re divê hûn çi bikin heye. Taşdemir dest nîşan kir ku, îktîdar tim ji jinan re dibêje, "Bi mêran re negere, ducanî nebe, kurtajê neke û rastî tecawizê bê û bibe sûcdar." Taşdemir wiha axivî: "Em di nêvengeke wisa de ne. Em ê jî li ber xwe bidin û birêkoşin. Em ê tenê bi çêkirina muzîk û fîlman nesekinin, em ê li quşxaneyan jî xin û li ber xwe bidin. Besteya me ya ewil 'Na' ye. A rast straneke îronî ye. Em ê ji îktîdareke ku bi vegotinên xwe tim bi ser jinan de diçe çawa bibêjin 'erê'. Em ê wek jin, ji bo 'Na'yê tiştekî bikin." Taşdemir, diyar kir ku gotina "Erê" ji bo wan ne alternatîf e û wiha got: "Çi dibe bila bibe em ê bibêjin 'Na'."