AMED - Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca anî ziman ku jin dê bi rihê 8’ê Adar’ê xebatên referandûmê bimeşîne û wiha got: “Bi encamên anketên hilbijartinê re êrîşên hikumetê jî zêde dibe. Ev jî tirsa hikumetê ya têkçûnê nîşan dide. ”
Xebatên hilbijartina referandumê ya 16’ê Nîsanê ku li heremê bi helwesta “Na” tê meşandin, li gel hemû astengî û qedexeyên hikûmet û dewletê tê meşandin. Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca xebatên referandumê û polîtîkayên hikumetê ya li hemberî helwesta “Na” nirxand. Uca anî ziman ku êrîşên ji beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê ve li dijî HDP’ê destpê kiribûn, bê navber didome. Uca, da zanîn ku êrîşên hikumetê carek din ji bo hilbijartina referandumê li hemberî xebatên HDP’ê û helwesta “Na” zêde dibin û qedexeya derketina kolanan a li bajarên Kurdistanê jî wiha şirove kir: “Bi rewşa awarte re heya daxuyaniyên çapemeniyê jî tê astengkirin. Wisa xûya dike ku hikumet dê referandûmê bi vî avayê derbas bike. Ev jî tirsa hikumetê nîşan dide. Bi encamên anketên hilbijartinê re êrîşên hikumetê jî zêde dibe. Lê bi xebatên dayikan tenê jî be, xebat didome. Serkeftin ya me ye.”
‘JIN BI RIHÊ 8’Ê ADAR’Ê XEBATÊN REFERANDÛMÊ DIMEŞÎNIN’
Uca, destnîşan kir ku jin ne tenê ji bo referandûmê dixebitin, di heman demê de ji bo 8’ê Adarê, 21’ê Adar’ê û 4’ê Nîsanê jî dixebitin û wiha got: “Rihê 8’ê Adar’ê, rihê 21’ê Adar’ê û rihê 4’ê Nîsan’ê li pêşiya jinan e. Jin dê bi heman rihê xebatên referandûmê bimeşînin.” Uca bertek nîşanê daxwaza Serokomar Erdogan a dengên HDP’iyan û ev tişt got: “Hevserokên HDP’ê girtî ne lê Serokomar dengên HDP’iyan dixwaze. Hemû bajarên Kurdistanê hatine hilweşandin, li ser vî re deng ji gelê kurd dixwaze. Hezaran rêveberiyên HDP’ê girtîne, deng ji malbatên wan dixwaze.”
‘JI 16’ê NÎSAN’Ê ŞÛNDE AZADIYA ME DESTPÊ DIKE’
Uca diyar kir ku ew dê bi xebatên xwe ji polîtîkayên dewlet û hikumetê re bibin bersiva herî mezin û wiha berdewam kir: “Jin dê tekoşîna xwe her roj zêde bikin. Hemû siyasetmedar bên girtin jî, dayikên me dê xebat bidin meşandin. Ji ber ku dayikên me derbeya 12’ê Îlonê jî ditine, komkujiyên li ser Kurdistanê jî ditîne. Ji ber 16’ê Nîsan’ê şûnde azadiya me destpê dike. Piştî roja referandûmê roja avakirina jiyana nû ye.”
‘NE GELÊ KURD NE JÎ PIRSGIRÎKA KURD QEDIYA’
Uca balkişand li ser operasyonên li ser bajarên heremê û wiha pê de çû: “Hikumet îro dîsa siyaseta xwe bi gefên operasyonan dimeşîne. Ji ber vê yekê referandûm roja hesab pirskirinê ye. Ev 40 sale dewlet bi gotina xelas kirina PKK’ê û xelas kirina kurdan dubare dikin. Lê ne PKK’ê ne gelê kurd ne jî pirsgirîka kurd qediya.”
‘DEWLET XEBARÊ BAVA SIYASETA SALÊN 90’î DIMEŞÎNE’
Uca destnîşan kir ku êrîş û dorpêça ev 12 rojin li ser gundê Xerabê Bava ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi referandûmê re girêdayî ye û bi van gotinan axaftina xwe dawî kir: “Gundê Xerabê Bava îro dewlet bi qetilkirin, îşkence û şewitandin xwe nîşan da. Êrîş û kiryarên li gundê Xerabê Bava dewlet peyam dide. Dixwazin siyaseta salên 90’î dubare bikin. Gund salên 90’î ji hatiye xerabkirin. Gund çawa salên 90’î bersiv dan van êrîşan, îro jî bi mirina bi rûmet sekna xwe ya berxwedêr nîşan dide û bersiv dide.”
Ozgur Paksoy/Azîz Oruç - dihaber