ÊLIH - Dayîka Aştiyê Feleknaz Batûr a 77 salî ku du kur û bûka wê li çiyê jiyana xwe ji dest dane, 3 darbe, gelek zext dîtin û ji malbata 12 kesan niha ew tenê maye. Batûr ku jiyana xwe daye aştiyê wiha dibêje “Ez ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî aştiyê bi parêzim.”
Dayîka Aştiyê Feleknaz Batûr a 77 salî ya ku li Êlihê dijî ligel ku di temenê biçûk de hat zewicandan jî dest ji berxwedana li dijî şîdeta dewletê berneda û ji bo aştiyê têkoşiya. Batur dema hat zewicandin hêjî 11 salî bû, wê nedizanî ‘zewicîn’ çiye û 12 zarok anîn dine. Batur ku di şer de du kur û bûkek winda kir wiha dibêje “Dayîka aştiyê tê çi wateyê, tê wateya hertim bihêz sekinin.”
‘MIN LÎSTÎK DILÎST HATIM ZEWICANDIN’
Batur, da zanîn ku wê li gundê Garzan bi zilamekê navî wî Mele Remezan re bi zorê zewicandin û wiha got: “Dayîka min got ‘ezê te bi wî re bidim zewicandim. Min li gund lîstîka 5 beran dilîst, kesên ez didîtim digotin ‘hatine te bibin, tu dê bizewicî çawa lîstîk dilîzî’ min jî lîstîka xwe didomand. Wê demê min ne dizanî zewicîn çiye. Min rûyê zilamê ez pêre hatim zewicandin ne dît. Dema mine w didît ez direviyam. Ez hêjî 11 salî bûm. Ji ber ez zarokbûm min digot zewac jî lîstikeke. Ez bi pêlavan diketim nava cih. Min li derve bi zarokan re dilîst. Min ne dizanî zewac çiye û pir ditirsiyam. Zarokbûm lê min li zarokan dinêrî û mezin dikir. Ez li dijî zewaca di temenê biçûk de me bila kesek zarokên xwe di temenê biçûk de ne zewicîne.”
‘ERMENIYAN WEKÎ ME GELEK ZILM DÎT’
Batur, da zanîn ku zilma li ser gelê kurd hat pêkanîn, li ser ermeniyan jî pêkanîn û wiha pêde çû: “Gundê me gundê ermeniyan bû. Ez wê demê zarok bûm. Dapîr û bapîrên me digotin. Wê demê ji aliyê dewleta osmaniyan ve bîr hatin çêkirin. Welatiyên ermenî dikirin vê biran û ax dikirin ser wan. Piştî ew bi zorê hatin koçberkirin bapîrên me li gund bicih bûn. Ermeniyan jî wekî me gelek zilim jiyan. Min 12 zarokên xwe bi zorê mezinkirin lê niha yek jî ligel min nîne. Min hevjînê xwe beriya 8 salan winda kir. Ez bi tenê mam. Li gund feqîrî û zehmetî hebûn lê zarokên min ligel min bûn. Lê niha bimirim kesekî li ser serê min bisekine tune ye. Zarokên min her yekê bi cihekî ve çû.”
‘DU KURÊN MIN LI GIRTÎGEHÊ RASTÎ ÎLKENCEYÊ HATIN’
Batur, bi lêv kir ku wê heta niha 3 darbe, gelek zext û zilim dîtiye û wiha domand: “Dema em ji Farqînê hatin navçeya Hezoya Êlihê piştî 12’yê Îlonê bû. îşkence li gelek kesan kirin û bi ser gundan de girtin. Leşkeran bi ser mala me de jî girtin. Kürek min li Stenbolê hat binçavkirin. Kurê min ê din li Farqînê hat binçavkirin. Dema hatin kurê min bibin gotin li kuye. Me jî got ‘em jî nizanin’ piştre mekehê kurê min di bin çavan de girtin, 8 rojan bi tazî îşkence kirin û birin Zindana Amedê. Li vir 2 salan rastî îşkenceyê hat. Kurê min ê din jî li Amedê rastî îşkencê hat. Li wir şûşeyên şikestî xistin tenekeyekê û kurê min danîn ser. Piştre xistin torbeyekê û bi daran lêxistin. Çav û guhên kurê min di nava xwîn û birînan de ma. Piştî du salan bi qanûna Rahşan a Ecevît derxist hat berdan. Kurê min ê dî jî li girtîgeha Dîlokê rastî îşkenceya giran hat.”
‘DAYÎKA AŞTIYÊ TÊ WATEYA BIHÊZ SEKINÎNÊ’
Batur, destnîşan kir ku dayîka aştiyê tê wateya her tim bi hêz sekinînê û wiha axivî: “Me gelek zilm û zext dîtin. Hevjîn û kurên min ji bo vê dozê jiyana xwe ji dest dan. Em dibêjin bila êdî xwîn neye rijandin û qetlîam pêk neyên. Bila kesek nemire. Ji ber wê bûyîna dayîka aştiyê bi rûmet û xwedî şerefe. Ez jî heta çavên min bên girtin bejim aştî. Ez tu caran dest ji doza zarokên xwe berendim û heta dawiya dilopa xwîna xwe ez ê têkoşîna aştiyê bimeşînim. Ez bawer dikim dê neviyên min û zarokên wan piştî min rojên xweş bijîn. Ji ber wê ez ê di referandumê de heta mirinê bejim ‘Na’.”
Mahmut Ruvanas / Sonya Bayik - dîhaber