Ji TJA'yê li hemberî xistina parlamenteriya Yuksekdag nerazîbûn

AMED - TJA'yê daxuyand ku Yuksekdag îradeya bi milyonan kesan e û dê wisa bimîne, xistina parlamenteriyê li dijî jiyana azad, wekhev wekî êrîşekî dinirxinînin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) li hemberî xistina parlamentera Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag bi daxuyaniyekî nivîskî nerazîbûn nîşan da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Yuksekdag îradeya bi milyonan kesan e.

TJA'yê di daxuyaniyê de wiha got: "Di şexsa Fîgen Yuksekdag de parlamenteriya ku hatiye xistin em li dijî sîstema hevserokatiyê, rêveberiya partiya siyasî li hemberî jiyana wekhev êrîşekî bi nav dikin. Ji ber ku Fîgen Yuksekdag mozakîkeke biratiya kurdan û tirkan li ser esasê siyaseta demokratîk ava dike ye. Xistina parlamenteriyê li dijî jinên ku li Tirkiyeyê siyasetê dimeşîne darbe ye. Girtina parlamenterên jin, girtina havşaredaran, bi KHK an ve girtina saziyên jinan û parlamenteriya wekîlên jin xistin mînakeke din a êrîşa li ser jinê ye.

Fîgen Yuksekdag parlamentera milyonan kesan e û dê wisa jî bimîne. Em bang li hemû jinan dikin li dora Fîgen Yuksekdag bibin kom û têkoşîna azadiya xurt bikin."