Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Em biryara xistina parlamenteriya Yuksekdag nas nakin

ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîrayet Taşdemir diyar kir ku ew biryara xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag nas nakin û wiha axivî: "Parlamenteriya Yuksekdag rewabûna xwe ji tifaqên qesrê negirtiye û dê bi wî re jî winda neke."

Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan, têkîldarî xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîrayet Taşdemîr axivî û diyar kir ku ew biryarê nas nakin û wiha got: "Berxwedêriya muxalefeta Tirkiyeyê tevgera jinê ye.

'HER DIÇE BÊPERWA DIBIN'

Taşdemîr diyar kir ku di demên dawî de bi konsepta şer ve destkeftiyên jinan hatine hedef girtin û wiha berdewam kir: "Bi taybetî bi qeyûman ve li dijî sîstema hevserokatiyê êrîş pêk hat û hevserokên jin hatin girtin, saziyên jinan hatin girtin, xizmetên ji bo jinan hatin rawestandin. Li Meclîsê jî endamên tekane koma jinê 7 parlamenterên me girtî ne. Îro heman pêvajoya bi xistina parlamenteriya wekîlan ve her çûye bêperwa bûye."

'DERFETÊN SIYASETÊ JI HOLÊ TÊ RAKIRIN'

Taşdemîr diyar kir ku parlamenteriya Yuksekdag bi lîstika "faşîzmê" ve hatiye rakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tifaqa AKP-QEsrê bi rojeve referandûmê ve qanûna bingehîn anîn asta jiyanîbûnê dîsa wî bixwe bin pê kir. Hiqûq wekî tesarufa yek zilam ferz kir. Dİ vî merhaleyê de faşîzmê hemû amûrên xwe tune kiriye û heta ji faşîzma dîrokî re rêbazên nû îcat kirine û jinûve şîrove dike. Girtinên ku bi operasyonên nehiqûqî tên kirin, bi tasarufên kêfî tên tacîdarkirin. Hiqûqê dikin milkê zilamekî. Meclîs bê bandor tê hiştin, derfetên siyasê ji holê tê rakirin."

'ÇAPEMENIYA ALÎGIR HEDEF NÎŞAN DABÛ'

Taşdemîr got ku Yuksekdag berê jî ji aliyê çapemeniya alîgir ve hedef hatibû nîşandan û gefa "bi guleyekî wergere" lê hatibû xwarin, koma ku Yuksekdag di nav de bû hatibû hedef girtin û hatibûn gulebarankirin û wiha got: "Bi van fermanan ve daraz jî darazindina der barê Fîgen Yuksekdag de bi rakirina destnedayîna wê berdewam kiriye ji bo vî hincet jî 'mafê xwe xirab bikaranîn' nîşan daye. "

'CAREKE DIN HAT DÎTIN KU DARAZ SERBIXWE NÎNE'

Taşdemîr da zanîn ku dozgerê doza ku parlamenteriya Yuksekdag xistiye bi hinceta "terorîst e" li girtîgehê ye, hemû dadgerên dozê jî hatine îxrackirin. Taşdemîr diyar kir ku bi vî biryarê ve mîrateya "FETO" ya kumpasan hatiye girtin, bi berjewendiyên siyasî ve wekî amûrê bêdengkirina muxalefetê xwedî derdikevin, bi vî rengî careke din hatiye dîtin ku daraz bêalî nîne.

‘DÊ QESR BIKEVE LÊ DÊ PIŞTEVANIYA JINAN BIDOME

Taşdemîr da zanîn ku Yuksekdag Hevseroka Giştî ya yek ji 3 partiyên mezin ên Tirkiyeyê ye, yekemîn hevseroka jin a li Meclîsê ye û wiha got: “Li dijî kesên ku di siyasetê de cihê jinan Wezareta Malbatê dibîne, yek ji jinên di polîtîkayê de rêhevalatiyê ji azadiya jinan re dikeye. Li dijî îtîfaqa qesrê ku pergala hevserokatiyê wekî sûc dibîne û di jiyana civakî de malê nîşanî jinan dike, temsîlyeta wekhevî û baweriyê dike. Fîgen Yuksekdag yek ji sembolên jiyana hevpar û aştiya civakê ye, bi van êrîşan dixwazin hêviyên bihevre avakirina jiyanek demokratîk tune bikin.”

‘EM BIRYRAÊ NAS NAKIN’

Taşdemîr, diyar kir ku ew biryara derbarê Yuksekdag de hatiye dayîn nasnakin û wiha pêde çû: “Yuksekdag rewabûna parlamenteriya xwe ji îtîfaqa qesrê ne girtiye û dê bi wê winda neke jî. Dê qesr bikevin û dê piştevanî û berxwedana jinan bidome.”

‘YUKSEKDAG, VÎNA 6 MILYON KESÎ YE’

Taşdemîr, bi lêv kir ku bi xistina parlamenteriya Yuksekdag jinên ku azadî û aştiyê dixwazin ceza dikin û wiha domand: “Em qirêjkirina siyasetê bi van riyên faşîstane napejirînin. Em biryara ji bo xistina parlementeriya Yuksekdag nasnakin û em xwedî li siyaseta demokratîk jî derdikevin. Fîgen Yuksekdag vîna 6 milyon kesî ye û kesek nikare bi tu biryarê vê vînê ji holê rake. Destdirêjkirina parlamenterên wekî Yuksekdag ên ku temsîlyeta gel dikin, ne hedê kesên ku di Meclîsa Gelan a Tirkiyeyê siyasetê dikine. Divê biryara paşde bê kişandin.”

‘DIVÊ HEMÛ SAZIYÊN JINAN VÊ BIRYARÊ NASNEKIN’

Taşdemîr, bang li hemû saziyên jinan kirin ku vê biryarê nasnekin û wiha axivî: “Îro ji bo em derbarê jiyana xwe de biryar bidin, xwe birêxistin bikin û dakevin kolanan sedemek me ya din jî çêbû; em ê sibe bi dengekî bihêztir bang bikin: Di rojên ku 8’ê Adarê nêzik dibin de em ê biryara derbarê Fîgen Yuksekdag de paşde bidin kişandin.”