Hevparên TJA'yê ji 1'ê Adarê heta 8'ê Adarê di çalakiyan dene

AMED - Hevparên TJA yên Amedê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dê hefteyekî çalakiyan pêk bînin. Hevparên TJA dê di 8'ê Adarê de mîtînga mezin pêk bînin.

Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Amedê bi minabeseta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê duxuyanî dan û bernameya xwe ya hefteyekî aşkere kirin. Hevparên TJA li Salona Vedat Aydin a DBP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de endam û rêveberên jin ên DBP, HDP, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca û gelek kesên din amade bûn. Aktivîsta TJA'yê Seval Gulmez, diyar kir ku pergala serokdewletiyê li dijî azadiya jinê tê avakirin û wiha got: "Ev rejîm li ser tundiya li dijî jinan pêş dikeve. Di serdema OHAL'ê de tundî û zext zêde bûn. Bajar hatin xerakirin, bi sed hezaran ciwan û jinên kurd hatin koçkirin. Gelek karmen û akademîsyen bûn hedef û hatin îxrackirin. Îstîsmar, êrîşa zayendi û hemû bêahlaqî zêde bûye."

Gulmez, anî ziman ku wekî tevgera jinan dê bi minasebeta 8'ê Adarê ji bo parastin û pêşxistina hemû mafên xwe û li dijî rejîma yek zilamî bêjin na û dakevin qadan û wiha got: "Em dibêjin berxewdan û azadî dê bi ser bikeve. Bi vê şîraê em dê ji 1'ê Adarê heta 8'ê Adarê di nava çalakiyan de bin. Di 8'ê Adarê de jî em dê li bajar mîtînga mezin pêk bînin."

Daxuyanî bi silogana “Jin jiyan azadî”, “Bijî 8 Adarê” bi dawî bû.