DÎLOK - Li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê li şûna gardiyanan hêzên taybet bi ser qauşa jinên siyasî de girtin. Dayîka Ayten Beçet Fatma Beçet, diyar kir ku keça wê telefonî wê kiriye û gotiye hêzên taybet bi çek avêtin ser qauşa wan û li wan xistine.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê, li şûna gardiyanan hêzên taybet bi ser qauşa jinên siyasî de girtin û lêgerîn kirin. Girtiyan bi riya malbatê diyar kirin ku di saetên sibê yên 17’yê Sibatê de hêzên taybet bi çekan avêtin ser qauşa jinên siyasî. Jinan anîn ziman ku 15 girtiyên jin di odeyekê de ne û zaroka 5-6 salî jî li cem dayîka xwe dimîne. Girtiya jin a 24 sali Ayten Beçet ku 2 salin li Mûşê girtî ye, bi telefonê agahî da malbata xwe. Dayîka Beçet Fatma Beçet diyar kir ku keça wê bi telefonê gotiye “Bêyî tu çalakî, yan jî tiştekî bikin hêzên taybet avêtine ser qauşa me. Serê sibê avêrine ser me, li me xistin, tiştên me ji me girtin. Gelek zext li ser me tên kirin. Dengê me bigihînin derve.”
‘ÎŞKENCE LI GIRTIYAN DIKIN'
Xuşaka Beçet Dîlan Beçet (24) jî anî ziman ku ew ji ber rewşa aborî nikarin herin xuşka xwe bibinin û wiha got: “Piştî OHAL’ê jî zexta li girtîgehê gihiştiye asta herî jor. Îşkence li wan dikin. Alavên wan ên taybet ji destê wan digirin. Her sibe diavêjin ser qauşê. Di qauşê de zarokek biçûk heye, ew pir ditirse. Em dixwazin herkes dengê wan bibihîse.”