NAVENDA NÛÇEYAN - Di navbera 1’ê Çileya 2016’an û 20’ê Mijdara 2016’an de 236 jin hatin qetilkirin, 71 jin rastî êrîşa zayendî hatin û herî kêm 368 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin.
Di navbera 1’ê Çileya 2016’an û 20’ê Mijdara 2016’an de 236 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin, 71 jin rastî êrîşa zayendî hatin û 368 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin û vana di çapemeniyê de cih girtin. Li gorî nûçeya Bîanetê, ji sedî 22 jinên ku xwestin ji zilamên xwe veqetin an jî ne xwestine vegerin mala hevjînê xwe hatine qetilkirin.
Ji sedan 9’ê cînayeten di nava kolanan pêk hat. Ji sedan 65 jin ji aliyê partnerên xwe yên nû û kevin ve hatine qetilkirin. 37 jin ji aliyê hevjînên an jî hevalên xwe yên berê ve, 121 ji aliyê hevjîn, heval an dergistiyên xwe ve hatin qetilkirin.
HERÊ KÊM 368 ZAROK HATIN ÎSTÎSMARKIRIN
Di 11 mehên destpêkê yên 2016’an de 368 bûyerên zarokên rastî îstîsmarê hatine di çapemeniyê de derketin. Li gorî nûçeyên ku ji 10’ê Çileya 2016 heta 20’ê Mijdara 2016’an di çapemeniyê de hatin weşandin ji sedan 55’ê zarokan rastî îstîsmara zayendî ya mamostayên xwe hatine. Piştî mamosteyan, ji sedî 7, zarok rastî îstîsmara xebatkarên dibistanê (Karkerê kantînê, paqijiyê, ceyranê û ajokarê wesayîta servîsê) tên, ji sedî 6’ê zarokan ji aliyê xizmên xwe ve (bav, zirbav, bira, pisman û zilamên din ên xizmên), ji sedî 3,5 jî ji aliyê xwedî yan jî xebatkarên bufe û marketan ên nêzî dibistanê rastî îstîsmara tên. Herî kên ji sedî 13’yê zarokan hatine îstîsmarkirin.
JI SEDÎ 3’YÊ ZAROKÊN HATINE ÎSTÎSMARKIRIN ASTENGDARIN
Di bûyera 368 îstîsmarên zarokan de tenê 126 îstîsmarkar hatin girtin. 18 zilam bêyî bên girtin hatin dadgehkirin û hatin berdan. Tenê 3 mamoste ji kar hatin derxistin û mamostaya îmam hatîpê jî cihê wî guhertin. Êrîşa zayendî ya cigirê midûrekê ji aliyê rêveberiya dibistanê ve ji cihên pêwîst re ne hat ragihandin. Ji sedî 59 bûyerên îstîsmara zayendî li dibistanan hat jiyîn. Ji bilî vê zarok li kolanan, li malê ku bi zorê birineyê, di wesayîtên ku têde hatine girtin, di malên ku bi xapandinê birine de, li qursan, otobusan û parkan rastî îstîsmara zayendî hatine.