Jinên bodrûmî: Ji bo pergaleke piralî em ê bibêjin 'Na'

MÛGLA - Jinên bodrûmî, anîn ziman ku ew ê rejîma yekzilamî qebûl nekin û wiha gotin: "Ji bo pergaleke piralî em ê bibêjin 'Na'."

Li Herêma Egeyê ya bênavber xebatên referandûmê didomin, jin pêşengiya xebatên "Na"yê dikin. Li Mûglayê jinên feminîst, anîn ziman ku dê her kes li cihê lê ye xebatên kampanyaya "Na"yê bi rê ve bibe û wiha gotin: "Li dijî pergala serokatiya tekparêz, em ê ji bo pergaleke piralî bibêjin 'Na'."

‘DÊ EV PERGAL HEMÛ CUDAHIYAN JI HOLÊ RABIKE'

Figan Erozan, diyar kir ku ew baweriya xwe bi jiyaneke piralî tîne û bi vî awayî jiyana xwe didomîne û wiha got: "10 sal e ez ji bo vê têdikoşim, lê niha ya pêşniyarî me tê kirin jî tam bereksê vê ye. Yanî pergaleke ku dê hemû cudahî di bin banê wê de cih bigirin tê ferzkirin."

‘EZ Ê NEBIM JINA BÎADKIRÎ'

Erozan, dest nîşan kir ku dê guherandina berpêşî referandûmê tê kirin hemû destkeftiyên jinan ên bi saya têkoşîneke bi saaln bi dest ketine ji holê bên rakirin û wiha axivî: "Meseleya min ne bi mirovên ku dê ji vê Qanûna Bingehîn re bibêjin 'erê' re ye. Îktîdar hêdî hêdî mirovên maqûl ên girêdayî xwe diafirîne. Ez ê nebim jina bîadkirî. Ji xwe bi rol û rista 'Jina Komarê' têkoşîneke min heye, li gel vê meseleya min li dijî derdoreke tekparêz, muhafezekar heye. Ne mumkuneke ez vê rolê qebûl bikim. Ji bo ez jineke wek xwe bim ez ê bibêjim 'Na'."

'LI GOR ÊN DIN EV ÎKTÎDAR BI AWAYEKÎ AŞKERE ÊRÎŞÎ JINAN DIKE'

Hevseroka HDP'a Bodrûmê Belgin Koç, diyar kir ku ji bo hemû jin bibêjin "Na" ew xebatan dimeşînin û wiha got: "Em ê bêtir biçin cem jinên ku dibêjin 'Erê' û li wan guhdar bikin. Em ê wek jinan sedemên xwe yên 'Na'yê vebêjin." Koç, anî ziman ku "Na"ya jinan zaf girîng e û wiha axivî: "Pergala serokatiyê pûxteya cîhana serdest a mêrî ye. Ji bo vê em ê li deriyê hemû jinan bixin. Dema jin bi awayekî topyekûn bibêjin 'Na' dê wateyek vê hebe. Çimkî, li gor ên din taybetmendiya herî mezin a vê îktîdarê ew e ku, bi awayekî aşkere êrîşî jinan dike. Divê lis er vî esasî em bi jinan re bên gel hev. Li Bodrûmê em bi hemû rêxistinên jinan re hatin gel hev û em ê kampanyaya 'Jinên Bodrûmê dibêjin Na' bi rê ve bibin."

DÊ XWE BIGIHÎNIN HEMÛ JINAN

Elif Aytaç jî, mebesta wan a bingehîn ew e ku xwe bigihînin jinan û wiha domand: "Ji ber vê divê em biçin hemû malan. Divê em li hemû deriyan bixin. Em ê biçin cem wan û ji wna re vebêjin." Aytaç, got ji xwe pergala heyî jinê diçewisîne û wiha axivî: "Niha jî di pergala nû ya tê xwestin ava bikin de navê jinê tune ye. Jin bi temamî ji holê tê rakirin. Me pergala heyî rexne dikir, lê bi pergaleke wisa ber bi me ve tên ku bi rastî jî tiştekî deraqilî ye. Ji ber vê piştî me ev merhele derbas kir em ê têkoşîna xwe ya bi pergala heyî re dîsa bidomînin. Ji bo hebûnê, azadiyan em ê bibêjin 'Na'."