SEMSÛR - Şaxa KAMER'ê ya Semsûrê, li nava jinên penaber ên sûriyeyî xebatên "hayjêhebûnê" dimeşînin.
Şaxa Weqfa Navenda Jinê (KAMER) a Semsûrê, bi xizmetdayîna derûnî, ruhî û şêwirmendiyê piştevaniya jinên penaber ên Sûriyeyî dike. Nûnera Şaxa KAMER'ê ya Semsûrê Civaknas Serpil Ateş Korkmaz, diyar kir ku li gel xebatên "Astengkirina Şideta Li dijî Jinê" û "Di Jiyana Civakî De Piştevaniya Jinê", ji bo jinên bibin xwedî pêşe ew li atolyeyan xebatan dimeşînin û got, di gerînên xwe yî malan de wek her derî li Semsûrê jî rastî gelek pirsgirêk û tengasiyên jinan hatine. Korkmaz, anî ziman ku ji bo jinên penaber ên sûriyeyî travmaya ji ser xwe bavêjin, wan xebatên "hayjêhebûnê" dane destpêkirin. Korkmaz, diyar kir ku xilxal û tiştên destan ên ew li vir çêdikin, difiroşin fîrmayeka DYA'yî û dest nîşan kir ku, navenda wan a Neteweyên Yekbûyî (NY) piştevaniya wê dike, bala jinên bajêr dikişîne.
‘EM TAHMA AZADIYA ABORIYÎ DERDIXIN'
Dayika 4 zarokan Nilifer Demir (43) a 2 sal berê li KAMER'ê dest bi kar kir û berpirsiyara hilberîna atolyeyê ye, der barê xebatên atolyeyan agahî dan. Demir, got piştî ew ji bo xebatên "hayjêhebûnê" hatin KAMER'ê hay ji hin tiştan çêbûne û hatine asta hişmendiya ku bibêjin "em jî hene". Demir wiha axivî: "Li vir piştî wek jinan em hay ji xwe çêbûn, paşê em fikirîn ka em ê karibin çi bikin. Hevalên me yên hatin vir, berê hin karên destan dikirin. Lê belê, jin li gor dilê xwe bazariyek nedikirin û qezenc nedikirin. Li vir jin, tiştên hildiberînin dikarin bazerekê ji wan re bibînin. Di heman demê de, di jiyana civakiyî de li gel hayjêhebûna gotina jinê, di warê civakiyî de rengek li jiyana wan peyde dibe. Berê dem ame heta êvarî bi karê malê û bi lênerîna zarokan derbas dibû. Bi me wisa dihat ku wek em tiştekî jî nakin. Berê me pêdiviyên xwe ji hevjînên xwe dixwest. Lê belê, niha bi xebatê em li ser piyê xwe disekinin û em tahma azadiya aborî derdixînin."
Dayika 4 Zarokan Fatma Kingir (36) jî, got salek berê ew tevlî xebatên "hayjêhebûnê" bûye û wiha axivî: "Êdî hîn başti bi zarok, hevjînê xwe û derdora xwe re pêwendiyê datînim. Min bi karên desta li vir dest bi ka rkir. Niha ji bo pêşeroja zarokên xwe hin tiştan dikim û li gel vê min bextewariya parvekirina jiyanê nas kir."
Dayika 4 zarokan Guler Çilioglu (46) jî anî ziman ku li KAMER'ê xebateke 3 mehan hem madî hem jî manewî bi kêrî wê hatiye û wiha got: "Di jiyana min de guherîna herî xweşik û mezin çêbû."
‘ŞER HERÎ ZÊDE BANDORÊ LI ZAROK Û JINAN DIKIN'
Nûnera Şaxa KAMER'ê Korkmaz, anî ziman ku li bajr gelek jinên sûriyeyî hene û ew rastî gelek pirgirêkan tên û got, nêvenga şer herî zêde bandorê li zarok û jinan dike. Korkmaz, diyar kir ku zarok û jinên penaber heta demeke dirêj tarvmaya li ser xwe navêjin û wiha got: "Jin û zarokên penaber, her çi qas ji mirinê filitî bin jî li bajarên ku qet hay ji ziman û çanda wan tune ne rastî gelek pirsgirêkan tên." Korkmaz, anî ziman ku neîfadekirin, famnekirina tiştên tên gotin tirsê zêde dike û wiha domand: "Pêşî di warê peydekirina mal û kar de rastî gelek zehmetiyan hatin. Li her deverên ziman daxilî wê ye rastî gelek pirsgirêkan hatin. Di dema lêgerîna malê, kar, çûyîna nexweşxaneyê de yanî di her qadên jiyanê de hîsa biyanîbûnê û derûniya hatina ji qada şer tu bikî nekî bi awayekî zêde bandoreke neyînî li jiyana wan dike. Ji bo fêrkirina ziman, danasîna çandê û civakiyîbûnê me xebat dan destpêkirin."
Korkmaz, anî ziman ku jinên zarok, hevjîn an jî xizmeke xwe winda kirine çareyê di tenêtiyê de dibînin û ev rewş bi awayekî zêde bandoreke neyînî li ser derûniya wan dike. Korkmaz wiha axivî: "Piştî hînî ziman bûn, tevî zarokên xwe daxilî xebatên 'hayjêhebûnê' bûn. Di çarçoveya komê lîstinê û xebatên psîkososyal de hin qurs û fealiyetên geştê hatin çêkirin û bi vana me xwest xwe rihet hîs bikin. Her wiha me navenda tenduristiyê ya zêdebûnê ava kir û me bi bijîşk, hemşîre û wesayîta tenduristiyê xizmet da. Li gel qursa zimanê tirkî, me qeydên rusên pîşeyî jî dan destpêkirin. Me ji bo jinên cilşoyên wan tune ne, li navendê derfeta kincşûştinê pêk anî."