STENBOL - Weqfa Stargeha Jinê ya Mor Çatiyê bi piştevaniya hunermendên jin vebûyîna pêşangeha "Piştevaniya Navbera Du Hilman" kir. Li pêşangehê berhemên ji aliyê hunermendan ve hatin bexşandin tên firotin û her wiha dê pêşangeha heta 24'ê Adarê li Zapata Modayê vekirî be.
Weqafa Stargeha Jinê ya Mor Çatiyê, ku 27 sal e di warê huqûqî, derûnî û civakiyî de piştevaniya jinên rastî şidetê tên dike, bi piştevaniya hunermendên jin toreke piştevaniyê ava kir.
Mor Çati, di meha Mijdarê de bi piştevaniya kurator û hunermend Arzu Yayintaş ve, ji bo pêşangeha piştevaniyê bang li hunermendên jin kir. Li ser vê bangê 30 hunermendên jin piştevanî kirin. Ji hunermendan hinek jê karên xwe yên orjînal, hinan jê jî ji bo firotina kartpostalî mafên bikaranîna berhemên xwe bexşî pêşangehê kirin.
24 BERHEMÊN JINAN
Berhemên ji aliyê hunermendan ve hatin bexşandin, ji bo firotinê hatin pêşandan û bi navê "Piştevaniya Navbera Du Hilman" pêşangehek hat vekirin. Pêşangeh duh li Zapata Modayê hat vekirin.
Dê pêşangeh heta 24'ê Adarê vekiribû. Li pêşangehê li gel 24 berheman, 20 berhem jî di formata kartpostalan de hatin çapkirin û ji bo firotinê hatin berpêşkirin.
Navên hunermendên piştevaniya Mor Çatiyê kirin ev in: Arzu Yayıntaş, Ayşecan Kurtay, Azra Deniz Okyay, Balca Ergener, Beyza Boynudelik, CANAN, Çigdem Yilmaz, Didem Unlu, Elif Varol Ergen, Ekin Saçlioglu, Fulya Çetin, Gozde İlkin, Gulçin Aksoy, Guneş Terkol, H.Berrin Simavlioglu, Işil Guleçyuz, Lara Ogel, Nalan Yirtmaç, Neriman Polat, Nurcan Gundogan, Ozgur Çimen, Ozlem Şimşek, Peri Demirbaş, Sevil Tunaboylu, Şafak Şule Kemanci, Tuse Tamer, Ulgen Semerci, Yasemin Ozcan, Yeşim Agaoglu, Zeyno Pekunlu.
Hunermend Zeyno Pekunlu, balê kişand ser xebatên Mor Çatiyê û wiha got: "Ji bo min tenê ne ji ber piştevaniya jinên rastî şidetê tên, di warê rêxistinbûyîna jinê de gelekî girîng e. Ji ber vê yekê, dema bi daxwazeke wisa tên ji dil û can dixwazim bidim."
‘LI DIJÎ PERGALA MÊR EM Ê MIL BI MIL HEBIN'
Hunermend Balca Ergener jî wiha got: "Di nav tevgera jinê de cih digirim. Min xwest tevî hunermendên jin di nav sîwaneke wisa de cih bigirim û piştevaniya Mor Çatiyê bikim." Her wiha Eregener di peyama xwe ya ji bo 8'ê Adarê jî got divê jin dakevin kuçeyan.
Ulgen Semerci jî anî ziman ku, ew ji piştevaniya jinê bawer dike û wiha got: "Wisa difikirim li dijî pergala mêrî û faşîzmê em ê mil bi mil hebin. Em ê di 8'ê Adarê de hemû li kuçeyan bin."