Keskîn : Di şexsê Yuksekdag de hemû jin bûne hedef

WAN - Hevseroka Giştîe ya ÎHD'ê Eren Keskin, xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag rexne kir û diyar kir ku di şexsê Yuksekdag de hem li dijî siyaseta sivîl hem jî li dijî vîna jinê darbe pêk hatiye û wiha got: "Di şexsê Figen de hemû jin bûne hedef. Ev neheqî li hemû jinên kurd û demokrat hatiye kirin."

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Prz. Eren Keskin, xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Wekîla HDP'ê ya Wanê Figen Yuksekdag nirxand. Keskîn, diyar kir ku demekê bi Yuksekdag re têkoşîna mafan da û wiha got: "Ev biryarek ne hiqûqî ye. Di her serdema zext zêde dibin nasname û vîna jinê dibe hedef. Ev biryarek siyasî ye."

‘BIRYAR SIYASÎ YE'

Keskîn, bal kişand ser zextên li dijî HDP'ê yên berî referandumê û wiha got: "Em niha diçin referandumê. Lê piraniya endam û rêveberên HDP'ê di girtîgehan de ne. Neheqî û ne wekheviyek pir mezin heye. Piştî HDP’ê di 7 Hezîranê de dengekî zêde stend hikûmet tirsand. Ji ber vê yekê êrîşên li dijî HDP'ê zêde bûn. Bi hevkarî destnedayîna parlamenterên HDP'ê rakirin. Piştre parlamenter girtin. Herî dawî parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag xistin. Mînaka vê yekê tune ye. Ev biryara siyasî ye.

NEHEQIYA LI DIJÎ JINÊN DEMOKRAT IN

Keskin, destnîşan kir ku parlamenterên HDP'ê yên girtî her yek jê parazvanek mafên mirovan e û wiha got: "Berî nasnameya siyasî her yek ji wan parazvanek mafê mirovan e. Ez gelek salan bi Figen re di ÎHD'ê de xabetîm. Ez pir bawer im ku kesên wekîltiya wê xistiye ne bi qasî Fîgen xwedî wîjdan û parazvanên mafên mirovan in. Neheqiya li Fîgen hatiye kirin, li hemû parazvanê mafên mirovan û jinên demokrat hatiye kirin.

DI ŞEXSÊ FÎGEN DE JIN BÛNE HEDEF

Keskîn, herî dawî destnîşan kir ku di şexsê jinan de hemû jinên kurd û jinên demokrat bûne hedef û wiha got: "Pirsgirêk ne tenê xistina wekîltiya Figen e. Figen li dijî kesên milîter têkoşîna mafên mirovan dida. Herî zêde jinên muxalif di bin zextan de ne. Xistina parlamenteriyê û di bin çavan de îşkenceya tê kirin mînaka şênber a li dijî vîna jinê ye. Di şexsê Fîgen de hemû jin bûne hedef. Bi vê yekê li dijî vîna jinê û siyaseta sivîl darbe kirine. Pirsgirêka kurd pirsgirêka navneteweyî ye. Tenê Tirkiye eleqeder nake. Ji ber vê yekê destkeftiyên kurdan ên li Sûriye Tirkiye bêzar dike. Xistina parlamenter êrîşa li dijî hemû hilbijêran e.