NAVENDA NÛÇEYAN- Jinên ku têkîldarî referandûmê li gelek bajaran daxuyanî dan peyama "Bi tena serê xwe na jin bi hevre xurt in" dan û di heman demê de starta 8'ê Adarê jî dan.
Komeleya Piştevaniyê ya Jinê ya Bodruma Muglayê bi sernavê "Bi tena serê xwe na jin bi hevre xurt in" li cadeya Turgutreîs a Bodrumê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniya ku endamên komeleyê beşdar bûn de pankarta "Ji eşqa newekhev re jî ji jiyana newekhev re jî na" hate vekirin. Di çalakiyê de dirûşma "Em jin bi hevre xurt in" hate berzkirin û endama komeleyê Anuş Hakgor axivî.
'NA BI TENA SERÊ XWE NABE'
Hakgor got ku li dijî kesên ku şîdeta zilam, cînayet, tacîz û îstismara zayendî rewa dikin jin bihevre xurt in û wiha axivî: "Em nebêdeng nabin, Neçin cihekî. Li dijî kesên ku dibêjin tu veqetî, li hev nekî ez ê te bikujim, ji malbatên ku israr dikin em efû bikin, ji saziyên dewletê re gotinekî me heye: 'Gotina na, na ye, em naxwazin tiştekî ku li ser me tê ferzkirin qebûl bikin bi israr vî bi bîr dixin û tînin ziman."
'EM BI NA YÊ VE LI VIR IN'
Hakgor destnîşan kir ku di 8'ê Adarê de zêde bibin û li kolan û li qadan bin û wiha pêde çû: "Em li welatê ku her roj tên kuştin, her roj rastî şîdetê tên, jiyanên me tên dizîn soz didin hev. Em ê kesek jî kêm nebin. Em ê ji bîr nekin ku bi tena serê xwe nînin, bi piştevaniya jinan ve xurt in." Hakgor bi bîr xist ku di 14'ê Sibatê de ji eşqa newekhev re jî jiyana newekhevere jî gotina "Na" û îro jî ji bo jiyan, qanûn, qanûna bingehîn, kolan, meclîs û şertên xebatê yên newekhevre dibêjin "Na" û bi "Na" yên xwe ve li vir in. Hakgor destnîşan kir ku ji bo azadiya xwe, ji bo edaleta zilam na ji bo edaleta rast ber bi 8'ê Adarê bi jinan re xurt bin û bi hevre bin.
LI KUGULU PARKÊ HATIN CEM HEV
Platforma Jinê ya Enqereyê jî ji bo çalakiya ku di 8'ê Adarê de jinên li 30 welatan dev ji kar berdin û ji bo kampanyaya "Na" ya "Bi tena serê xwe na jin bi hevre xurt in" li Kugulu Parkê hatin cem hev. Di çalakiya ku gelek jin beşdar bûn de pankartên "Jin bi hevre xurt dibin" "Em ber bi 8'ê Adarê ve dimeşin, jin dê bi 'Na' ve bijîn" hatin vekirin. Dowîzên ku jinan çêkiribûn ên "KHK ên we jiyan a me ye" "Ji bo wekheviyê na" li ser daran daliqandin. Jinan li dora darê bi reng3en xemrî û reş çemberek ava kirin û sedemên "Na" anîn ziman.
Di çalakiyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.
'ÇEKA ME PIŞTEVANIYA ME YE'
Ji Platforma Jinan Sevînç Koçak axaftinek kurt kir û wiha got: “Di 21’ê Çileyê de li Amerîkayê çalakiyên li dijî Tramp destpêkirin, hemû aktîvîstên jinan bang li hemû jinan kirin ku di 8’ê Adarê de greve bidin destpêkirin. Bang li hemû rêxistinên jinan kirin ku bi dirûşmeya ‘Çeka me piştevaniya me ye’ dest bi grevê bikin. Ev bang li 30 welatan bersiva xwe girt. Her welat di erdnîgariya xwe de dê li gorî şert û mercan bikevin greve. Gelek riyên wekî li malê kar rawestandin, derneketina kirîn û firotina tiştan û teşhirkirina zayendîperestiyê hene. Welatên ku nikarin bikevin greve jî dê di 8’ê Adare de li cihên kar dest ji kar berdin. Jinên ku tu caran grev pêk neanîne jî dê qurdeleyên reş û mor bixin singa xwe û piştgirî bidin greve. Em jî ji vir silavan ji çalakiyan wan re dilînin û em ‘Na’ yên xwe dikin yek.”
Ji Platforma Jinan Gulşah Ozturk jî da zanîn ku dema ew ber bi 8’ê Adarê ve diçin dê Na bikin yek û wiha pêde çû: “Li her cihên Tirkiyeyê jin niha li kolananin. Îro AKP li enqereyê starta ‘Erê’ dide. Em jî dibêjin jin li kolananin û dibêjin ‘Na’. 8’ê Adarê ya me ye, ev jiyan a me ye û jin li her dere ne.
‘DÊ DI 8’Ê ADARÊ DE HER CIH BIBE QADA BERXWEDANÊ’
Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên Êlihê jî bernameya xwe ya ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê aşkera kir. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Saadet Becerîklî û Ayşe Acar Başaran û gele welatî tevlî civîna li avahiya DBP’ê ya Êlihê hat dayîn bûn. Hevseroka DBP’ê ya Êlihê Nurten Ozumcu da zanîn ku dê çalakiyên li bajar hefteyekê bidomin û wiha domand: “Em ê di 8’ê Adarê û referandumê de li dijî rejîma mirovekî, qeyûm û polîtîkayên zayendî dakevin qadan û em ê Na bi rêxisitnkirî biqêrin. Di qanûna bingehîn de navê jinan tune ye. Em ji bo ji qanûnên ku vîna jinan nasnakin, mirina zaroka, tecawîz û tacîzê rewa dike û vîna gel tune dihesibîne re bêjin Nah atine cem hev. Em dê di çalakiyên ku 28’ê Sibatê destpê dikin û heta 8’ê Adarê didomin de kolan, tax û malan vegerînên qadên berxwedanê û Na birêxisitn bikin. Em bang li jinên Êlihê dikin ku tevlî mîtîngê bibin.”
Uzumcu da xuyakirin ku dê mîtînga Êlihê ya 8’ê Adarê li Standyuma bajar a 16 Mayîsê saet di 11.00-16.00’an de bi reng û tilîliyên jinan bê lidarxistin û bang tevlîbûnê li jinan kir.
Civîn bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
JIN BI HEVRE XURT IN'
Li Sûka Kemeralti ya Îzmîrê jî Platforma Jinên Dibêjin Na hatin cem hev û belavok belavkirin. Jinên ku hatin cem hev bi tîpan ve nivîsa "Na" çêkirin û dowîzên "Jin bi hevre xurt in" "Bi tena serê xwe nabe" "Jinên dibêjin na" vekirin.
Li ser navê platformê Evrîm Çakir axivî û got ku weke kesen ku di jiyana xwe de beqîmet hatine dîtin bi gotina jin dikarin jinan fêm bikin, dikarin hevdu guhdar bikin derketine rê. Çakir diyar kir ku ji bo qanûna bingehîn a ji meclîsê hate derbaskirin dê di 16'ê nîsanê de sandoq bê pêşberî wan û ji bo vê bersiva wan "Na" ye, ew li ser serê welat, li malê, li kargehê reîsekî naxwezin.
Piştî daxuyaniyê jinan belavoka "Em temaşevanên jiyana xwe, mêvanî welat nînin" li esnafan û jinan belav kirin.
LI MANÎSAYÊ DAXUYANÎ DAN
Rêxistinên jinan ên li Manîsayê li Qada Manolyayê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku geyek jin beşdar bûn de dowîzên "Bi tena serê xwe na" "Jin bi hevde xurt in" "Ji jiyana newekhevre na" hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de jinan diyar kirin ku wekî îro di 8'ê Adarê de jî dê zêde bibin û dakevin kolanan. Piştî daxuyaniyê jinên ku li destên hev girtin li dora hewza qadê zincîr ava kirin dirûşmên "Bi tena serê xwe nabe na" berz kirin.
'BI 'NA'YÊN XWE EM LI QADAN BIN'
Platforma Jinê ya Rihayê, bi daxuyaniyekê bernameya xwe ya têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê deklere kir. Jinên li avahiya Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê civiyan, çalakiyên xwe yên dê ji 1'ê Adarê heta 9'ê Adarê li dar bixin daxuyandin. Endam ûr rêveberên TJA, DBP, HDP, KESK, Komeleya Mala Jiyanê ya Jinê ya Rihayê û Parlementera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de ewil Berdevka KESK'a Rihayê Dilek Çakirtaş axivî. Çakirtaş hûrguliyên daxuyaniyê wiha vegotin: "Dê di 3'yê Adarê de li Serêkaniyê şahiya jinan bê lidarxistin, di 4'ê Adarê de li Curnê Reş û Sêwregê qurnefîl bên belavkirin, dê di 4'ê Adarê de li Xelefetî û Sêwregê şahiyeke mezin a jinan bê lidarxstin, dê di 5'ê Adarê de li navenda Rihayê meşeke girseyî ya jinan bê lidarxistin, dê di 7'ê Adarê de li Pirsûsê şahiyeke jinan bê lidarxistin, dê di 8'ê Adarê de li navenda Rihayê şahiyeke jinan bê lidarxistin û dê di 9'ê Adarê de pêşandana fîlman hebe."
Piştî daxuyandina bernameyê, Parlementera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan jî bang li jinan kir, da bi "Na"yên xwe li qadan bin û wiha axivî: "Em ê di 8'ê Adarê de ji bo jinûve dîzaynkirina civakê, ji bo jiyaneke aştiyane, ji bo jiyaneke bi aram em ê bi 'Na'yên xwe xebatên xwe bimeşînin. Bêyî cudatiya ol, ziman, nîjad, partî û sazî ji bo vegotina daxwazên xwe û 'Na'yên xwe, em bi ruhê têkoşînê hemû jinên xwe vedixwînin. Em jin her tim li gel aştî û çareseriyê ne. Em ê bi van xebatên xwe pêşengiya vê pêvajoyê bikin."