STENBOL - Serokwekîla Meclîsa Tirkiye Pervin Buldan, diyar kir ku xalek ku mafê jinan biparêze û jinan eleqeder bike di pêşnûmeya qanûna bingehîn de tune û wiha got: "Sedema me ya herî mezin a em bêjin 'Na" cih nedayîna mafê jinê ye. AKP, armanc dike ku kolanan li me qedexe bike. Lê em dê bi tilîlî û nîşanên serkeftinê yên xwe li qadan bin."
Jinan, di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de lez dan xebatan xwe. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya 8'ê Adarê de de xebatên jinan berdewam dike. Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Sancaktepe şahî pêk anî. Bi minasebeta 8'ê Adarê bi sedan jin tev li şahiyê bûn. Parlamentera HDP'ê û Serokwekîla Meclîsê Pervin Buldan, Hevberdevka Meclîsa Jinên Sosyalist (SKM) Fadime Çelebî û gelek jinên din amade bûn. Jinan di şahiyê de siloganên “Jin jiyan azadî”, “Ji baweriyan re azadi ji gelan re wekhevî" hatin berzkirin. Li salonê standa çilên gelêrî û herêmî hat vekirin.
Di şahiyê de Hevseroka HDP'ê ya Sancaktepe Îlknur Birol, axaftina vekirinê kir û wiha got: "Têkoşîna me jinan bû heviya hemû mirovahiyê. Ji bo em tesîlî feraseta mêre serdest nebin divê em têkoşina azadiyê mezin bikin."
ÇELEBÎ: EM DIKARIN AKP’Ê Û SARAYÊ DEFIN BIKIN
Hevberdevka Meclîsa Jinên Sosyalist (SKM) Fadime Çelebî jî 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: "Li Tirkiye faşizmek pir tarî pêş dikeve. Zext û tundiya li hemberî hêzên civakê her ku diçe zêde dibe. Sedema van hemû êrîşan Erdogan e. Em jin bawer dikin ku dê li ser vê axê aştî, azadî û wekhevî ji nûve geş bibe û bi ser bikeve. Em jin dê li her derê têkoşîna xwe ya "Na" mezin bikin. Em dê AKP’ê û Qesrê di sindoqê de defin bikin.
Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Çiçek Arinç jî anî ziman ku aştiya rast dê bi destê jinan li ser vê axê geş bibe û ji bo aştiyê dê bêjin 'Na'
BULDAN: EWIL GOTIN 'LI JINÊ BIDIN'
Parlamentera HDP'ê û Serokwekîla Meclîsê Pervin Buldan jî 8'ê Adarê roja Jinên Cîhanê pîroz kir û wiha got: “Hefteya pêş me dê hemû jinên cîhanê li qadan bin. Jin dê li dijî hemû zext tundî û zordariya têbikoşin û tawîzê nadin. Em dê li kolanan bin. Gotin ewil 'Li jinê bidin' Gelo em dê bi lêtanê tune bibin û bi tepisin? Em dê di malê de bên dîlgirtin? Na! Ji ber vê yekê em bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan.
Em hemû bûn şahid ku AKP'ê bêtir jin di malê de û li kolanan mexdûr kirin. Em bûn şahid ku mafê hemû jinan ji destê wan girt. Herî zêde em jin mexdûr kirin. Li ser vê axê herî zêde me jinan êşên mezin kişandin. Tu carî tundiya li ser jinan bi dawî nebû. AKP’ê tundî, zext li ser jinan rewa dît. Di serdema AKP'ê de tundî, zext û êrîşên li ser jinê zêde bûn. Parlamenterên jin dîl hatin girtin. Lê li gel ku wekîl dîl hatin girtin jî me dîsa piştevanî û şêwirmeniya xwe xurt kir. Ji bo em têkoşîna wekîlê xwe yên jin xurttir bikin em têbikoşin û yekîtiya xwe xurt bikin."
‘EM DÊ BI TILÎLIYÊN XWE LI QADAN BIN'
Buldan, herî dawî destnîşan kir ku xalek ku mafê jinê biparêze û jin xwe di navde bibîne di pêşnûmeya qanûna bingehîn a referanduma 16'ê Nîsanê de tune û wiha got: "Ji bo em bêjin 'Na' sedema herî serî necihkirtina maf û vîna jinê ya di qanûnan de ye. Tenê ji bo vê yekê têr dike ku jin bêjin "Na" Em dê kolan bi kolan ji hemû jinan re "Na" vebêjin. Ji ber vê yekê 8'ê Adarê ji bo me hemû jinan gelek girîng e. Dibe ku AKP'ê qat li me qedexe kiribe. Lê em dê dîsa ib tilîliyên xwe û nîşaneyên serkeftinêli qadan bin. Ev têkoşîna me dê bidome. Em serî li hemberî Qesrê û Erdogan danînin û xizmeta wan nakin.
Axaftina Buldan bi siloganên “An azadî an azadî” hat bersivandin.
Piştî axaftinan Hunermendên NÇM'ê û BEKSAV'ê strana “Ben Cumartesiyim Anne" strin.