TEKÎRDAG - Platforma Jinan a Çorlûyê, bi berhevokên têkildarî 8’ê Adarê amadekirine, li her qadê xwe digihînie jinan û ji bo piştevaniya jinê û “Na”yê amadekariyên 8’ê Adarê dike.
Platforma Jinan a Çorlûyê, di sala 2016’an de ji aliyê gelek jinan ve li Çorlûyê hat avakirin. Di nav platformê de jinên HDP’î, Meclîsa Jina ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Nan û Gul, Piştevaniya Jinê ya Narê, Jinên Pêşverû, Dev-Lîs, Egîtîm-Sen û gelek saziyên civaka sivîl ên jinan tê de cih digirin.
DÊ BI PIŞTEVANIYA JINÊ Û ‘NA’YÊ LI QADAN BIN
Jinên di platformê de cih digirin, têkildarî 8’ê Adarê starta hin xebatan dan. Li bazaran û gelek qadan belavokên bi sernavê “Em ê qet dev jê bernedin” belav dikin û bi piştevaniya jinê amadekariyên 8’ê Adarê dikin.
Jinên Platforma Jinan a Çorlûyê, di pêvajoya OHAL’ê de çima divê di 8’ê Adarê de jin qadan bin vegotin.
‘DIVÊ JIN LI QADAN BIN’
Alev Yildirim a di Platforma Jinan a Çorlûyê de ch digire, diyar kir ku ew li Çorlûyê bihêz in û got, ew bi fidekariyeke mezin xebatên 8’ê Adarê bi rê ve dibin. Yildirim ev agahî ragihandin: Em ê di 5’ê Adarê de li Qada Peykerê Mezin daxuyaniyeke çapemeniyê bidin. Em ê bistrên û deng der bixin. Em ê roja 8’ê Adarê jî pêşandaneke sînemayê nîşan bidin. Em ê dahata ji vê pêşandanê jî bexşî Egîtîm-Sen’ê bikin. Çimkî, mamosteyên me yên Egîtîm-Sen’ê ji ber îxracan di warê aborî de ditengijin. Me wek platformê biryar da û em ê dahata ji wir bi dest bikeve bexşî wir bikin. Li gel vê, em ê belavokên ku me ji bo 8’ê Adarê amadekirine kuçe bi kuçe bigerin û belav bikin û em ê biqîrin ku divê jin li kuçeyan bin.”
‘JI BO EM JI FAŞÎZMA AK PARTIYÊ RE BIBÊJIN ‘NA’ EM Ê LI KUÇEYAN BIN’
Yildirim, dest nîşan kir ku di serdema îktîdara AK Partiyê de qirkirina jinan di asta herî jor de ye û got, ew ê di nêevngeke OHAL’ê de pêşwaziya 8’ê Adarê dikin. Yildirim, diyar kir ku ji bo ew ji faşîzma AK Partiyê re bibêjin “Na” ew ê dakevin kuçeyan. Yildirim, bi bîr xist ku di guherandina Qanûna Bingehîn a nû de, têkildarî mafê jiyanê yê jinan tu tişt tune ye û wiha got: “Pergala serdest a mêrî her tim hebû û dê di pergala yekzilamî de ev bêtir derkeve pêşberî me. Da jin bi tirs danekevin kuçeyan, ez ê bibêjim ‘Na’.”
DÊ LI DIJÎ ÎXRACKIRINÊN BI KHK’YAN HATIN LI KUÇEYAN BIN
Endama Egîtîm-Sen’ê Sibel Bekiroglu ya di platformê de cih digire, dest nîşan kir ku mamost û akademîsyenên hevdem, pêşverû bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) belaheq û belasebeb tên îxrackirin û got, ji ber vê ew ê wek jinên Egîtîê-Sen’ê di 8’ê Adarê de cih bigirin. Bekiroglu wiha axivî: “Ji ber em dixwazin zarokên me ne di nav destên mamosteyên paşverû de bin em ê beşdarî 8’ê Adarê bibin.”
‘JI BO ZAROKÊN XWE Û PÊŞEROJEKE BIRÛMET EM Ê BIBÊJIN ‘NA’’
Bekiroglu, diyar kir ku têkildarî referandûmê gelek sedemên wê yê “Na”yê hene û wiha axivî: “Pêşî wek mirovekê, wek jinekê û paşê jî wek mamosteyekê ji bo gotina ‘Na’ gelek sedemên min hene. Ji ber em şer naxwazim, naxwazim ciwan bimirin ez ê bibêjim ‘Na’. Ji bo pêşerojeke birûmet a zarokên me em dibêjin ‘Na’.”
Bekiroglu a got, “Em hemû bi hev re pir hêzdar in” ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir, da dakevin qadan.
Meltem Akka ya di platformê de cih digire jî wiha axivî: “Wek jin û civakê pêdiviya me bi demokrasiyê heye. Em bawer dikin ku dê ev jî bi vê pergala dixwazin wê bisepînin pêk neyê. Herî zêde jî divê em ji bo vê dakevin qadan. Îro di mercên OHAL’ê de mamosteyên me tên îxarcakirin. Divê em bi awayekî hêzdar û giştî bitêkoşin.”
Akkaya têkildarî referandûmê jî wiha got: “Hem bi awyaekî şexsî, hem di warê kar, hem jî di jiyana xwe ya civakî de ewlehiyê dixwazim. Dixwazim bi têkoşîneke wekhev û azad vê bijîm. Ji ber vê jî ez dibêjim ‘Na’.” Akkaya herî dawî ji bo 8’ê Adarê banga divê hemû jin li qadan bin kir.